Burhan ERDEM
Bi salan derbarê rewşa Îranê de ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê fikrek ji cîhana rojava re hate empoze kirin. Fikir ew bû ku; rejîma Îranê di pêvajoya belavbûnê de ye! Di çapemeniyê de, gelek caran, xwedêgiravî raporên pisporan hatin weşandin. Di van raporan de dihate gotin ku, civaka Îranê gelekî ji Ayetullah aciz bûye û rejîma heyî li ber hilweşînê ye. Lê ev pêk nehatibû û Washington rabûbû bi Îranê re peymana nuklerî çêkiribû.
Di du salan de vê peymanê hiştibû ku rejîma Îranê hêza xwe ya heyî du qat bike û ber bi Deryaya Sipî ve bandora xwe zêdetir bighîne. DYA ya vê yeka hanê dît, dest bi stratejiyeke din kir ku di navenda wê de guherîna rejîmê heye. Di dawiya Gulanê de 12 xalên daxwazên ji Îranê, ji aliyê Wezîrê Karên Derve Mike Pompeo ve hatibûn eşkerekirin. Pêkhatina van xalan jî dawiya rejîmê bi xwe ye.
Lê ewê ev yek wisa ne bi hêsanî be. Lewra hebûneke Îranê ya teknolojiya nuklerê heye ku metirsiyan mezin dike. Santrala nuklerî ya pêşiyê hê di dema Şah de, bi alîkariya Almanya û Fransayê hatiye damezrandin. Şoreşa `79an, di bernameya nuklerî de hinekî rawestîn pêk anîye, lê belê rejîma nû jî plana buyina hêza nuklerî meşand û bi desteka Rûsan xwe gihand asteke mezin. Gelek pispor di wê baweriyê de ne ku, ji bo çêkirina çeka nuklerî, di destê Îranê de zanîn û materiyal têra xwe heye. Heta tê gotin ku li santralên Natans û Taraqê, maddeya ji bo çekan hatiye bi dest xistin.
Ev agahî weke gotûgotan di rojevê de ne lê belê têra destwerdaneke leşkerî ya DYAyê nake. Eger mirov bîne bîra xwe ku destwerdana li dijî Iraqa cîrana wê ji ber çekên kimyewî bû, niha di destê Îranê de çekên gelekî dijwartir hene. Bi gotineke din, heta niha diviyabû ew destwerdana bi maneya hebûna çekên kujeriya girseyî, bi caran pêk hatiba. Lê Îran gelek zahmet dixuye. Ev ne tenê ji ber dijderketina dewletên Ewrûpi ye. Lewra ew dewlet li dijî destwerdana Iraqê jî derdiketin. Zahmetiya giran qanihbûna gelên Îranê ye. Tişta li Iraqê pêk nehat û kir bela serê Amerîkiyan ev yek bû. Niha bi ambargoya tê şidandin, wê rejîm asteng bibe û pê re jî Amerîkî dixwazin wê qanihbûna civakî ya ji bo guherîna rejîmê pêk bînin.
Mînaka Koreya Bakur ji vî alî ve gelekî balkêş e. Ji bo hebûna nuklerî ya Koreya Bakur bi dawî nebe, tu sedemeke mezin nîn bû. Rejîma Piyong Yangê jî baş dizanî ku Amerîkî dikarîn di rojekê de bi destwerdanekê wê têk bibin. Lê ji bo bikaribe hebûna xwe berdewam bike, rejîmî çekên xwe yên nuklerî weke alaveke bazariyê bikar anî û hîn jî tîne. Rejîma Îranê jî heta peymana 2015 an peydakir, xebatên nuklerî kiribû alava xwe-parastinê. Bi peymanê re jî, berdewamiya xwe garantî kiribû. Lê ji vê zîdetir dixwest. Diviyabû biba hêzeke herêmî. Tişta niha tê kirin, astengkirina vê hêzbûna Îranê ye. Armanc heta sala nû, bi ambargoyê tengkirina rejîmê ye. Awayê guherîna wê û dagirtina cihê wê jî surprîzek e ku emê bibînin!






