Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gilî û Gazind

29/10/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Narînê/Bîkanê
Share on FacebookShare on Twitter

Sîpan ŞÎNDA

Ka werin em îro gilî û gazindên xwe ji hevdû bikin. Di çeltik yan ji di tûrikê kê de çi hebe bila bîne vale bike meydanê. Çi di bin zimanê kê de hebe bila neveşêre û bêje. Bila hemî kes şûrê xwe ji kalanî bikişîne. Bila hemî kes şûtika xwe daweşîne ka çi di navdeye em bibînin. Belê, gelik caran di nava civakê de mirov gotinên weke vayên li jor dibihîse. Gelo gilî çi ye, gazind çi ye? Bi pirranî herdû bi hevre tên şixwilandin. Weke qalibê xwe girtîne. Gelo herdû tên yek wateyê yan na? Ka em berê xwe bidine van herdû peyvan.
Gilî; dema mirov ji gotin yan ji kiryarên hinan ne qaneh be, ji ber vê yekê mirov biçe li cem hineke din û mirov bixwaze pêşî li van gotin yan ji kiryarên henê bê girtin û di derheqê wan kesan de biryarin bên standine. (Bi ingilîzî dibêjin complaint) Mînak, gelik caran zarok digirin şer. Ji bo vê ji dê û bavê zarokan diçin li cem hevdû û giliyê zarokên wana li ba wan dikin. Dibêjin ‘edebgê bidin li ber zarên xwe’. Yan ji gelik caran di nava kesan de li ser erd, xanî, mal, rê û bar yan ji meselên din pirsgirêk derdikevin. Aliyê kû xwe heq dibîne û nikare mijarê bi sere xwe, li gor dilê xwe safî bike, diçin li cem mezin, rûspî yan ji dadgehê giliyê aliyê pêjberî xwe dikin. Gilî, ne razî bûn, ne qaneh bûn û qebûl nekirina gotin yan ji kiryara ne. Di gilî kirinê de pirsgirêkek heye û du alî tên pêjberî hevdû.
Gazind; ji bertekên li hemberî ne ecibandina gotin yan ji kiryarên hinên din re tê gotin. Dema gotin yan ji kiryarên hinan ne li gor dilê mirov be, yan ji mirov wan ne ecibîne û li pêjberî van mirov ji yê xwediyê gotin yan ji kiryaran re bi awayekî eşkerî û dostanî bêje, ev gazind e. (ingilîzî dibêjine gripe) Gelik caran gotin yan ji kiryarên dost, heval yan ji derdorê li mirov nexweş tên. Mirov wan rast nabîne. Yan ji mirov naxwaze di nava mirov û dost û hevalên mirov de dilsarî, dilêşî derbikeve. Ji ber wê mirov gazindan ji hevdû dike. Yan ji dema hinek nebaşî behsa hijêkiriyeke mirov dike li zora mirov diçe û mirov diçe gazindan ji wan hijêkiriyan dike û dibêje çima tu we dikî heta xelk qala te û nebaşiyê bikin. Di gazindê de hevaltî, dostanî heye. Mirov ne li piş kesêve tavêje wan. Mirov di rû yê hevalê xwe de dibêje wan. Di nava civaka Kurd de gazindên dostaniyê, hevaltiyê her tim hene. Dema di nava du dostan de, du hevalan de aliyek gazindan ji aliyekê bike, eva henê pirr bi qîmet tê dîtin û aliyê gazind jê tê kirin gelik li ber xwe dikeve. Dibêje çawe min li hemberî dost, hevalê/a xwe kêmasî kiriye kû heta ew gazindan ji min bike. Ew vêya hene weke şermekê ji xwe re dibînin. Gazind, di nava civaka Kurd de rexneye, li xwe mikur hatine, nîşana dostanî û hevaltiyê ye. Di gazindê de reş kirin nîne, dil mayîn ji nîne. Dema yek gazindan ji yekê bike dostanî, hevaltî û hijêkirina xwe dide diyar kirin. Gazindan bikin lê ne gazindû bin!

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.