Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Elmanya û Awustralyayê çalakî hatin lidarxistin.
Li Frankfûrtê çalakiya ku ji aliyê Civaka Azad ve hate organîzekirin, gelek Kurdistaniyên ji bajarên derdorê tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de posterên Ocalan û pankartên bi nivîsa “Azadî ji Ocalan re” hatin hildan.
Çalakger heta meydana Romerê meşiyan û piştre mîtîngek pêk anîn. Kesên ku axivî xwestin, tecrîdkirina Ocalan tavilê biqede.
Tecrîda giran li paytext Berlînê jî hate şermezarkirin. Meclîsa Gel a Berlînê û Meclîsa Jinê ya DEST-DAN bi vê armancê çalakiyek organîzekirin û tecrîd hat şermezar kirin.
Ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Hambûrgê meşek pêk hat. Kurdistaniyên li bajarên Bremen û Kîelê destek dan çalakiyê. Di çalakiyê de Parlamenterê Partiya Çep ê Hambûrgê Martîn Dolzer axivî. Dolzer diyar kir ku tecrîdkirina Ocalan sûcekî li dijî mirovahiyê ye û nayê qebûlkirin.
Çalakiya li Hannoverê ji ber gara trenê dest pê kir. Piştî meşê Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Ciwan Çewlig û nûnera Kampanya Femînîst Ella B. axivîn.
Li bajarê Melboûrne yê Awûstralyayê jî bi heman armancê çalakiyek hate organîzekirin. Çalakî li ber Pirtûkxaneya Melboûrneyê pêk hat û tecrîd hate şermezarkirin.