Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li paş perdeya heqîqetê hovîtiya Erdogan heye

27/10/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Îdlib, Hirmiya ne kemilî
Share on FacebookShare on Twitter

Idrîs HENAN

Li kêleka Çînê yek ji mezintirîn dewletên ku rojnamevanan zîndanî dike û mafê wan binpê dike, dewleta Tirkiyê ye. Îro heman dewlet û dîktator qaşo bûne pêştirîn dewlet û sîstema ku xwedî li rojnamevanan derdikevin!. Ev jî tiştekî sosret an bi zimanê gelêrî ecêb e! Çawa dikare serdestek ku ji salên 2007an û vir de hewl dide hemû alav û amûrên ragihandinê di vî welatî de bixe bin kontrola xwe û bi riya wê zilimdariya xwe mayînde bike, bibe parêzvanê heqîqetê? Ma ne tiştekî ecêb be çi ye gelo? Eger ne dersiruştî be, em ji bilî çewisandina siyasî çi navekî dîtir dikarin lê bikin? Çewisandina siyasî ya ku hegemoniya mutleq armanc dike ye. Ji 2 vê mehê û vir de ji serkêşê faşîzma cîhanî Erdogan re, fena hewldana darbeya 2016an, ji bona ku rûyê xwe yê kirêt û destên xwe yên di xwîna gelan de paqij bike, firsendek dîrokî vebûye. Hewl dide bi riya wê dagirkeriya xwe ji axên welatên dîtir re binixumîne. Her wiha hêvî dike rojnamevanên ku destên wan di zincîran de ne di nav vê gengeşeyên de bi derbekê bifetisîne.

G1elek aliyên ku ji salên 2013an û vir de Erdogan weke zorker diyar dikirin, îro di doza rojnamevanê Seûdî Xaşûqcî de weke “zilamê dixwaze heqîqetê ronî bike” nîşan didin?!. Ev jî durûtiya rojnamegeriya desthilatdariyê ye. Çiqasî Erdogan darbeya 2016an weke “dayîneke xweda” dihesiband, şîroveyên wan jî dayîneke xweda ji dîktatorkî çors mîna Erdogan re ne. Bi zimanekî din, em dikarin bibêjin ku Erdoganê zêdeyî deh salan hewl daye vê hêza ragihandinê bixe destê xwe, îro ew serweriya xwe li ser “imparatoriya” ragihandina desthilatdariyê bi riya doza Xaşûqcî tekez dike. Ev yek di referandûma sîstema serokatiyê, êrişên bi ser axên welatên dîtir û dagirkirina Efrînê de pir zelal derketibû. Hemû kiryarên faşîzane bi riya ragihandina di bin kontrola wî de rewa dikirin û hovîtiya destpotiyê diveşartin.

Dîktator Erdogan piştî hewldana darbeya 2016an li Tirkiyê û Kurdistanê rewşa awarte ragihand. Mîna wî gotiye; dayîneke xweda bû, derdor, rikber, dermokrasîxwaz, çepgir, rastgir û hemû saziyên civaka sivîl xistin zîndanê. Bi yek gotinê, li gorî deteyan, zêdeyî 190 jêder, amûr û alavên ragihandinê girtin. Ji salên 2014an û vir de êrişên tund bi ser rojnamevan û lîderên tevgerên demokratîxwaz û yên civaka sivîl ve bi rê ve dibe. Erdogan çawa darbeye ku hîna ne diyare çawa pêk hatiye çewisand, îro di bin navê parastina heqîqetê de dizxwaze rikberên xwe yên siyasî û hegemoniyê di herêmê de bi bin xîne. Ji daxuyaniyên wî yên derbarê doza kuştina Xaşûqciyê ixwan mislimîn de, diyar dibe ku zilam vê yekê li dijî cih û mekanê razber û şênber a Seûdî Erebîstan bikar tîne. Jêderên nêzî qesrê û yên herî zêde nêzî odeya faşîst Erdogan vê yekê dibêjin: Eger hewldanên Erdogan ên çewisandina doza kuştina Xaşûqcî di lawazkirin û jihevxistina bihêztirîn rikberê Tirkiyê di herêmê de Seûdî Erebistan bi bin kevin, wê Erdogan û Tirkiyê ji bo 50 salên bên de rûbirûyî dijminekî gelekî bi hêz bin. Her hal lixwemukurhatina Seûdî di vê mijarê de plan û azweriyên Erdogan tevlîhev kiriye, niha jî berê xwe daye bazaran. Gelo ka wê Seûdî jî heya kuderê Erdogan efû bike? Rojên pêş wê vê yekê zelal bikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.