Rojnameya Ronahî

Bêrîtan xeta jina azad e

Binevş SARYA

Bêrîtan (Gülnaz Karataş) dendika artêşa jina Kurde. Mirovên ku bi jinên leheng yên pêşengên heqîqetê re jiyankirine xwediyên şansê herî mezin yê jiyanê ne. Di jiyana çiyayan de û demê herî zehmet mirov bi kesên weke Bêrîtan Hêvî re bibe heval, di wan kêliyan de jiyan xweş û hemu zehmetî li ber çavên mirovan hêsan û kêm dibin. Ez zarokbum, min jiyan an jî janên jiyanê nas ne dikirin. Cara yekem bu ku min jinên leşker û rêvebir didîtin. Di nava wan jinên leşker de yên herî zêde bala min kişandibun yek ji wan jî Bêrîtan û Binevş bun. Binevş Reşît jinek girs, bilind û xwedî hêz bû. Binevş di taxima Bêrîtanê de li ser çeka giran doçkaya 14 nîvbû. Binevş bi lehengî, xurt buyîn û hêza xwe bala min gelek dikişandi bu.
Lê Bêrîtan ji bo min ji hemuyan cudatir û balkêştir bu. Ji xwe dema mirov zarokbe zu bi zu kesan nikare heta temenek mezin di hişê xwede bigire. Lê Bêrîtan ne kesek wisan bu ku mirov zû ji bîr bike, di sala 1991 de ez 5 salî bum ya rast min gelek kesên wê demê ji bîr kirine, heta ne kes min gelek bîranînên wan deman jî ji bîr kirine. Lê min tu caran ew jina leheng ya ku hemû kêliyên jiyanê tejî û dagirtî jiyan dikir qet ji bîr nekir. Ji ber ku em zarokbun û derfetên kesî nebûn ku biçin bajaran ji me re cilên zarokan bikirin gelek caran cilên mezinan ji me re danîn, biçuk dikirin û li me dikirin. Jina ku di her tiliyek wê de merîfetek hebû gelek caran di nava wan bêderfetiyan de şev li ber ronahiya fanosan an jî li ber ronahiya agirê Gerîla ya ku sebirê dide mirovan dirunişt bi tayên ku jinên leheng ji kefiyên xwe kişandibun û weke tayê dirûtinê bi kar danîn, ji mera cilên gerîla yên mezin li gorî bedena me her 6 zarokan biçuk dikir û bi derziya ku hertim di ber berîka gumlekê xwe de digerand, didirût û li me dikir. Dema ku ji me re ew cilana çêdikir û li me dikir min xwe zaroka herî kêfxweş ya di cîhanê de hîsdikir. Hîna weke duh ew kêliyane di bîra min de ne. Di wan deman de şerê 1991 an dest pêkiri bu, dewleta Tirk cara yekem bi balefiran li herêma Xakurkê didan û piştî êrîşên balefiran leşker bi lingan ketin herêmê. Cardin qehremanên jiyana min Bêrîtan û Binevş bala min dikişandin ser xwe, Binevş bi çeka xwe li dijî balefiran şer dikir û Bêrîtan jî bi lehengî moral û hêza xwe dibu hêviyên serkeftinê ji min re. Ew çend roj bun ku xwarin nebu kesek ji me bixwe, her kesî ger pariyek nan an jî tiştekî xwarinê bidîtibuya danîn didan dayika min, digotin van bide zarokan bila bixwin. Rojekê cardin qehremana xeyalên min ji berîka xwe hinek şekirê hur û qetek nanê hişk derxist, da destê dayika min û jê re got vî nanî li zarokan belav bike şekir jî tu bixwe, da tu bikaribî li ser lingan bisekinî. Cardin min bi baldarî li bedewiya wê dinêrî û min ji xwe re wiha got, dema ez mezin bibim ezê weke wê zîrek û ji mirovan hez bikim. Rojekê jina leheng ji fermandarê herêmê re pêşniyar kir ku me ji nava wî şerî derbêxin û li ser pêşniyariya wê em û dayika me derbasî gundê Sîdeka kirin. Piştî em çun û şunde jî min her lehenga jiyana xwe meraq dikir. Rojekê sal 1992. 25. Cotmehê bû, zilamekî pêşmergê PDK ê ji herêma Xakurkê hatibu, yanî ji çeperên şerê ku li dijî gerîlayan dikirin hati bu, li mala me runişt û ji dayik û bavê min re got îro keçek we xwe ji latan avêt û şehîd ket! Dayika min bi lez jê pirsî got navê wê çibu gelo? Zilam wisan bi awayek bêhn fireh got navê wê Bêrîtan bu dema ku navê wê got di dilê me hemûyan de lehiyek ji xwînê herikî û bavê min ew zilam ji malê qewitand. Xuşka min ya biçûk ku navê wê çîçek bu temenê wê 3 salî bu serê xwe ji ser çoka dayika min rakir û got ji niha û pêde navê min Bêrîtane. Di mala me de hebuna Bêrîtanê qet kêm nebû. Ji bo me hemuyan Bêrîtan Hêviya jiyanê bû û wisan jî ma. Bêrîtan ne tenê hêviya me bu ew bu rastiya xeta Artêşa jin û xeta azadiyê ji bo tevgera gelê Kurd.