5. Festîvala Hinaran li parêzgeha Helebceyê destpê kir. 200 cotkar berhemên xwe yên hinaran pêşkêş dikin.
5.Festîvala Hinaran li bajarê Helebceyê destpê kir. Festîval bi amadebûna hêjmarek zêde welatiyan û berpirsên bajêr destpê kir. Her wiha wê festîval îro jî dewam bike.
Festîvala Hinaran ji aliyê Tora Rêxistinê Helebce, bi hevkariya çend şîrket û Wezareta Çandiniyê tê rêxistinkirin.
Di festîvalê de nêzî 200 cotkarên Helebce, Hewreman û Şarezor bi hinarên xwe beşdar dibin. Di festîvalê de berhemên din yên çandiniyê jî tê nîşandan.
Organîzatorê Festîvalê jî diyar kir ku ew pêşbînî dikin ku di 2 rojan de 20 hezar kes beşdarî festîvalê bibin…
ROJNEWS
Posta çûyî
Posta tê