Farûk SAKIK
Biyogirafî:
Nav: Gulnaz
Paşnav: Karataş
Cih û dema ji dayik bûnê: Çêwlik – 1971
“Hûn ê di nasnameyê de min wiha nas bikin. Lê gelo ev yek ji bo ku kesek bixwaze min nas bike wê têrê bike. Karkerek ku li Vîetnamê dixebite wê bizanibe ku ez çiqas dilsoza rengê kesk im, wê jinên Nîkaragûa bizanibin ku ez her roj derdikevim şaneşînê û bi saetan li asîmanan dinêrim, zarokên ku pêlavan boyex dikin wê eleqeya min ya helbest û pirtûkan bizanibin. Tiştên di kutukê de hatin nivîsandin, min nadin nasandin. Tiştên ku min bidin nasîn “tiştên ku min nivîsîne.“
Gulnaz Karataş li dibistanê di dersa wêje de dema ku mamoste dibêje herkes bila biyogirafiya xwe binivîse, van hevokên jor dinivîse û xwe dide nasandin.
***
9’ê gulana 1992an de li çiyayê Cûdî di nav refên gerîla de bû û ew jî êdî gerîla bû. Berî ku here nav refên gerîla, ji xwe re navek rêxistinê jî destnîşan kiribû. Di bin bandora Binefş Agal de mabû. Lê dema hat hêrêma gerîla, dît ku gelek kes navê “Binefş” bi kar tînin, wê jî navê “Bêrîtan” li xwe kir. Di bin bandora eşîra Bêrtiyan de mabû. Di dema salên xwendina amadeyî de li ser vê eşîrê lêkolînek wê jî çêbibû.
3yê cotmehê li hember gerîlayên Kurdan koalisyona herî barbar û hevkarên wan hêzên herêmî dest bi şer kiribûn. Şer bi rojan dewam kir. Li gelek eniyan şer belav bibû. Li eniya ku Bêrîtan lê bû fermandarî dikir û şer ji aliyê wê ve dihat birêvebirin.
EWROJ…
Dem: 25ê Cotmeha 1992an
Demsal: Payiz
Şer êdî hatibû radeya mayîn an jî nemayinê.
Kozika ku Bêrîtan têde bû ji aliyê hêzên teslîmkar û noker ve hatibû dorpêçandin. Bêrîtan li pêşiya eniyê şer dikir ku tîma xwe ji vê dorpêçandinê rizgar bike. Û wisa kir. Ji serê xwe, ji milê xwe û jî singa birîndar bû. Ji her derê bedena wê xwîn diherikî. Lê şer dewam dikir.
Bêrîtan xwe gihandibû ser kendalekê. Li hemberî wê çemê Lolan derbas dibû. Ji bo teslîm bibe hevkarê dijmin bang dikirin.
Di destpêkê de çeka xwe parçe parçe kir. Piştre rojnivîsa xwe veşart ku rojek bikeve dest hevalan wê an jî Huseyîn.
Û ew kêlî hat. Li ber çavên wê dema ku li Xarpêt bû li hember îxanetê û îşkenceyan dengê berxwedana Sakînê Cansiz a di îşkencexaneya “Bînsekizyuzevler” de bilind dibû hat. Û dîsa Komkujiya Dêrsim û berxwedana Besê hatin ber çavan, ku di salên dibistanê de gelek caran ji hevalê xwe re behs kiribû û gotibû divê mirov li hember teslimiyetê wek Besê helwestek nîşan bide.
Û wisa kir. Ji kendalên bilind, xwe berî bêdawîbûnê da.
***
3 roj piştî şer aliyan li hev kirin ku cenazeyên hev du radestî hev bikin. Piştî vê yekê peşmergeyên ku ji çalakiya wêre şahidî kiribûn, cenazayê Bêrîtan û 2 hevalên wê ji bin axê derxistin teslîmî hevalên wê kirin.
Hevalên Bêrîtan piştî ku ev her sê cenaze girtin berê êvarê li navsera geliyek kûr veşartin û çûn.
13 salan tu kesî nizanibû mezelê wê li kû derê ye. Wek efsaneyek di dîroka şoreşa azadiya Kurdistanê de cih girt. Li ser navê wê stran, roman, helbest û herî dawî ji aliyê Halîl Uysal ve fîlmek hat çêkirin. Di merheleya çekimên Xankûrkê de rastî cenazeyek hatin, lê di encama teşhîsê de derket holê ku ne cenazê wê ye.
Di pêvajoyek wiha de, gerîlayê ku ew bi destê xwe veşartibû hat dîtin. Ev gerîla di dema şer de li çepera Bêrîtan çeka doçka kar anîbû. Hat cih nîşan da û li vê derê cenazeyê Bêrîtan hat dîtin.
Bi merasîmek anîn li goristana ku li ser navê wê hatibû çêkirin hat defin kirin.
ÎROJ….
Li Kurdistan û li gelek deveran navê Bêrîtan li zarokan hat danîn. Ev zarok mezin bûn û hatin cihê ku Bêrîtan têkoşîna azadiya Kurdistan dimeşand. Hatin ew nobet dewr girtin. sala 2014-2015an de li Rojavayê Kurdistan ji bo parastina rûmeta mirovahiyê û şoreşa rojava şer kirin. Dîsa keçek Kurd bi navê Arîn Mîrxan wek çalakiya Bêrîtan çalakiyek fedayî li dar xist. Ala ku Bêrîtan ji Besê girtibû vê carê Arîn Mîrxanê hilgirt.






