Mihemed ŞAHÎN
Li bakurê Kurdistanê şerê rûmet û xespkariye heye. Hilbijartinên heremî wê di navbera van herdû eniyande pêk were.
Di 20’ê Cotmehê de ji bo hilbijartinên heremî li Amedê du geşedan pêk hatin. Yek komxebata HDP’ê bû, ya din jî hatina serokomar Erdogan bû.
Her ku roja hilbijartinên heremî nêziktir dibe kelecan, tirs û fikar jî ewqasî mezintir dibin. Geşedanên 20’ê Cotmehê nîşan didin ku dê navenda kelecana herî bilind û ya tirs û fikarên herî mezin erdnîgariya Kurdistanê be.
Li bakurê Kurdistanê li dijber hevûdu du enî hene. Yek, eniya nîjardperest a ku ji tifaqa AKP-MHP’ê pêk tê. Îradeya gel xesp kiriye û ji bo berdewama tasfiyekarî û xespkariya xwe hemû rê û rêbazên kirêt rewa dibîne û tasfiyekirina civaka Kurd esas digre. Ya din jî eniya berxwedana rûmeta Kurde. Ew jî jibo parastina nirx, pîvan û rûmeta xwe ya civakî li berxwe dide. Dixwaze bi rê û rêbazên demokratîk ji destê xespkaran îradeya xwe rizgar bike û li rûmeta xwe xwedî derbikeve.
Enîya Rûmetê û dostên wê ji bo hilbijartinên heremî li Amedê Komxebateke girîng lidarxistin. Di vê Komxebatê de şaşî û kêmasiyên pêvajoyê derbasbûyî hatin nîqaşkirin. Ji bo hilbijartinên heremî nexşerê ya bi destxistina 96 şaredariyên xwe yên xespkirî û li ser wan zêdekirina gelek şaredariyên nû hate nîqaşkirin. Peyamên gelek girîng û watedar ji hêla siyasetvanên Kurd ve hatin dayin. Ya herî girîng jî weke hilbijartinên 24’ê Pûşperê li Kurdistanê ramana avakirina eniyeke Kurdewar derket pêş. Eniya Kurd di vê komxebatê de nîşan da ku dê bi biryardahiyeke mezin û bi îradeyeke ji pola li dijber xespkariyê li rûmeta xwe xwedî derbikeve û xespkariyê tasfiye bike.
Eniya AKP-MHP’ê yê nîjadperest ê ku nekarî bi siyaseta xwe ya qirker di dilê civaka Kurd de cih bigre bi xespkirina şaredariyan û bi destên qayiman dixwaze bi darê zorê xwe li Kurdistanê bi cih bike. Lê di hilbijartinên 24’ê Pûşperê de hat dîtin ku civaka Kurd hebûna wan a li Kurdistanê qebûl nekiriye, li dijber siyaseta wan a bi zext û zorê qet paşve gav neavêtiye û serî netewandiye. Ew jî tê wê wateyê ku wê di hilbijartinên heremî de Kurd li îradeya xwe ya hatiye xespkirin xwedî derbikevin û dawî li hebûna wan a li Kurdistanê bînin. Lewre her ku roja hilbijartinên heremî nêzik dibe kelecana wan bilind dibe, tirs û fikarên wanên têkçûnê zêde dibin.
Her ku tirs û fikarên têkçûnê zêde dibin serdanên wanên Kurdistanê û pêve girêdayî zext û zor û gef xwarinên wanên bênirx û bêpîvan jî zêde dibin. Serokomar çend roj berê got “Heke Kurd deng nedin me emê dîsa şaredariyan bi destê qayiman desteser bikin”. Di 20’ê cotmahê de roja ku HDP’ê di komxebata xwe de nexşerêya xwedî derketina li îradeya xwe nîqaş dikir pêşengê xeta nîjadperest Erdogan jî li Amedê gef li Kurdan dixwarin. Digot “kesên ku nasnameyeke cuda, welateke cuda, çandeke cuda bixwazin weke ku di demeke nêzdê we jî dît (Sûrê nîşan dide) wê malên xwe, canê xwe, malbatên xwe û hemû tiştên xwe winda bikin”. Esil yên ku nasnameyeke cuda, welateke cuda naxwazin û li welatê xwe bi nasnameya xwe dixwazin bijîn Kurd in. Yên ku nasnameya cuda li ser Kurdan ferz dikin ew bixwe ne. Ew ji Kurdan re dibêjin, “Kurdîno heke hûn li nasnameya xwe, li çanda xwe, li welatê xwe xwedî derbikevin emê malên we, taxên we, bajarên we bi serê wede birûxînin û hûnê bi malbatî di bin kavilên xaniyê xwe de bimînin”. Bi kurtasî dibêje an hûnê nasnameya Tirkî ya ku em li ser we ferz dikin qebûl bikin û teslimê siyaseta me ya qirker bibin an jî hûnê hemû tiştên xwe winda bikin û bi malbatî bimrin. Bi tirs û xov û gefxwarinan dixwazin civaka Kurd teslîm bigrin.
Gelo pêkane Kurdê ku 40 sale ji bo rûmeta xwe têkoşiyaye, bi berdêlên herî giran li berxwe daye dev ji rûmeta xwe berde û teslîmê siyaseta Erdogan bibe. Yên ku bizanibin di çanda Kurdan de gotineke pêşiyan ku têde tê gotin “Xîret avêtine ber kûçik, kûçik nexwariye” heye wê bizanibin Kurd li gel mirina xwe jî dev ji rûmeta xwe bernadin û bêxîretiyê qebûl nakin.
Ji bo civaka Kurd wateya hilbijartinên heremî gelek cudaye. Referandûma li rûmeta xwe xwedî derketin û qewirandina siyaseta xespkar û qayimên wan in.






