Rojnameya Ronahî

Mala sêwiyan bi navê “Keske Sora Alan” hat vekirin

Weqfeya Jina Azad a Rojava li Kobanê yekem mala sêwiyan bi navê”keske Sora alan” vekir. Armanca vekirina mala sêwiyan ew ku ku xwedî li zarokên malbatên xwe di şer de winda kirine derkeve.
Weqfeya Jina Azad a Rojava bi merasîmekê yekem Mala Sêwiyan vekir.
Bi dehan welatiyên bajarê Kobanê, tevî nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, endamên saziyên sivîl û Weqfeya Jina Azad a Qamişlo beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîmê de, li ser navê Desteya Jin a Kantona Kobanê Feryaz Berkel, Weqya Jina Azad a Kobanê Zozan Misto, Desteya Jin Herêma Cizîrê Ariya Osman û bi navê Weqfa Jin a Kantona Qamişlo Avaşîn Rumet axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de vekirina mala sêwiyan hate pîrozkirin û hate gotin ku welatiyên herêmê wê xwedî li van zarokan derkevin û wê wan di her aliyan de perwerde bike.
Mala Sêwiyan a “Keske Sora alan” ji aliyê dayika Fatima Misto ve hate vekirin.
Mala Sêwiyan wê 50 zarokan bihewîne, zarok ji aliyê 18 jinan û hejmareke mamoste wê werin xwedîkirin û perwerdekirin. Zarok wê dewreyên perwerdeyên çandî, zimanên Erebî, Kurdî û Îngilîzî bibînin û her wiha zarok wê fêrî bikaranîna komputer, huner û werzîşê jî bibin…ANHA