Hate ragihandin ku hefteya borî li Kandaharê ya başûrê Efganîstanê generalekî Amerîkî di êrîşa Talîbanan de birîndar bûye.
Li gorî daxuyaniya mîsyona NATO’yê ya Efganîstanê di êrîşa Talîbanan a li dijî parêzvanên waliyê Kandarê de 13 kes birîndar bûn û di nava birîndaran de generalê Amerîkî Jeffrey Smîley jî heye.Hate diyar kirin ku li Kandaharê li dijî civîna leşkerên di asta bilind de êrîş pêk hatiye û di êrîşê de derbeyek giran li parazvanên ewlehiyê hatiye xistin.
NATO’yê diyar kir ku genarelê Amerîkî veguhestine nexweşxaneyekî Elmanyayê û metirsiya li ser jiyana wî tûne.
Hate diyar kirin ku fermandarê hêzên NATO û Amerîkayê yê Efganîstanê Scott Mîllner jî beşdarî civînê bûye û di êrîşê de bêyî ku birîndar bibe rizgar bûye.
General Abdûl Razîk fermandarê Kandahar û şefê îstixbareta eyaletê û rojnamegerekî Efgan di êrîşê de hatibûn kuştin.
Talîbanan êrîş li xwe girt û raigihandin ku Mîller û Razîk kirine hedef. Mîller piştî êrîşê rojekê daxuyanî da û got ‘hedef ne ez bûm’.