Rojnameya Ronahî

Şervanên QSD’ê ketin Sûsê, şer dijwar e

Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê bi navê Şerê Tunekirina Terorê berdewam dike. Şervanên QSD’ê piştî ku demek bû bajarokê Sûsê dorpêç kiribûn ketin nava bajarok.  Hat ragihandin ku di nava bajarokê Sûsê de di navbera şervanên QSD’ê û çeteyan de şerên giran diqewimin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di çarçoveya qonaxa dawî ya pêngava dijî çeteyên DAÎŞ’ê de ketin nava bajarokê El-Sûsê.

Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê bi navê Şerê Tunekirina Terorê berdewam dike.

Li gorî Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê, hêzên wan roja Duşemê ketin nava bajarokê El-Sûsê û li nuqteyên çeteyên DAÎŞ’ê didin.

Tê gotin, li bajarok şer giran e. Çavkaniyên QSD’ê ragihandin ku hêzên QSD’ê  bi pêş ve diçin.

WESAYÎTEK BOMBEBARKIRÎ KET DESTÊ QSD’Ê

Ji aliyê din ve şervanên QSD`ê êrîşa çeteyan a bi wesayîta bombebarkirî têk birin û wesayîtekî bombebarkirî  ya çeteyan jî kete destê şervanan.

Li gorî agahiyên ku QSD`ê dane, çeteyên DAIŞ`ê hewl dan bi wesayîtekî  bombebarkirî êrîşî noqteyên şervanên QSD`ê yên bajaroka El-Sûsê bikin. Şervanên QSD`ê êrîşa çeteyan têk birin û çeteyê êrîşkar hate kuştin.

Hate ragihandin ku wesayîta bombebarkirî ya çeteyan kete destê şervanên QSD`ê.

QSD’Ê HÊJMAREKE ZÊDE MAYÎN RAKIR

Yekîneyên taybet ên QSD‘ê di xebatên paqijkirina gundewarên Dêrazorê de gelek mayîn û bombeyên ku çeteyên DAIŞ‘ê bi cih kiribûn, bê bandor kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD‘ê daxuyaniyeke nivîskî li ser malper xwe ya fermî weşand. Navendê di daxuyaniyê de ragihandin ku yekîneyên taybet ên hêzên wan di çarçoveya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê‘ de hêjmareke mayîn û bombeyên ku çeteyên DAIŞ‘ê bi cih kiribûn bê bandor kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Di çarçoveya ‘Şerê Tinekirina Terorê‘ de yekîneyên taybet ên hêzên me bi armanca ewlehiya gundên rizgarkirî û paqijkirina gundan ji bermahiyên çeteyên DAIŞ‘ê de, li derdora gundê Cirdî yê li beranberî gundê Ebû Hemam ê nêzî bajaroka Behrayê hejmareke mezin mayîn û teqemenî yên çeteyên DAIŞ‘ê bê bandor kirin.”

Navendê ‘ê ragihand ku teqemeniyên hatin bê bandorkirin ji gelek cureyên mayîna pêk dihatin û hejmareke mezin hatibûn bicihkirin. Navenda ragihandina QSD`ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ‘ê ev mayîn di dema tozê de li riyên sereke yên ku şênî rojane bi kar dianîn çandibûn da ku komkujiyan bikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD‘ê diyar kir ku Yekîneyên Endezyariya Leşkerî li herêmên şer û eniyên paş xebatên xwe rojane dimeşînin û ragihand ku cihê mayînan bi hevkariya welatiyan hatin keşfkirin û bê bandorkirin.