Rojnameya Ronahî

Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd lez daye xebatên xwe

Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd bi hatina zivistanê re gelek xebat bi encam kir. Şaredariyê ji bo berdewamkirina xebatên sererastkirinê gelek proje daniye pêş xwe.
Bi hatina zivistanê re û ji bo derbaskirina pirsgirêkên li pêş welatiyan, Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd li bajarê Helebê gelek projeyên xizmetî daniye pêş xwe.
Şaredariyê beriya vê bi demekê, dest bi amadekirina binesaziya taxê, sererastkirina rêyan û paqijkirina rêgaran kiribû.
Şaredariya Gel bi hatina zivistanê re, sûkek sergirtî li aliyê rojhilatê taxê amade dike.
Di nav amadekariyên pêşwazîkirina zivistanê de, Şaredariya Gel bi hevkariya komînên taxê mazotê li welatiyan belav dike. Şaredarî li gorî derfetên heyî dê mazotê hefteyê 2-3 caran belav bike.
Ji bo derbaskirina astengiyên demsala zivistanê, şaredariyê beriya barîna baranê rêyên ku zirar dîtine sererast kirin. Her wiha rêya Sûka Xerbî bi dirêjahiya 175 metrekare sererast kir, rêgar paqij kirin û toreyên ava vexwarinê sererast kirin.
Têkildarî mijarê hevseroka Şaredariya Gel a Şêxmeqsûdê Velantîna Ebdo axivî û bang li welatiyan kir ku bi şaredariyê re bibin alîkar, avê zêde nerijînin û paqijiya taxê biparêzin.
Şaredariyê gelek projeyên sererastkirinê daniye pêşiya xwe. Jê sererastkirina deverên ku di encama topbaranê de zirar dîtine, dirêjkirina ronahiyê li taxê, jinûve avakirina parka herêma El-Eşrefiyê û rakirina bermahiyên şer ji kolanên taxê…ANHA