Rojnameya Ronahî

Armanca Cegerxwîn şiyarbûna gelê Kurd bû

Bi boneya salvegera helbestvanê Kurd yê nemîr Seydayê Cegerxwîn çalakiyên bîranînê tên lidarxistin. Welatiyên gundê Til Şeîr yê girêdayî Tirbespiyê ku Cegerxwin li gundê wan dimîne behsa wî kirin û diyar kirin ku Cegerxîn ji wan re gotiye ku armanca wî hişyarbûna gelê Kurd e. Welatiyan diyar kirin ku Cegerxwîn tesîreke mezin li wan kiriye.

Şêniyên gundê Til Şeîr diyar kirin ku helbestvanê Kurd Cegerxwîn bandoreke mezin li wan kir û destnîşan kirin ku armanca Cegerxwîn ew bû ku gelê Kurd hişyar be.
Seydayê Cegerxwîn yek ji helbestvanên navdar ên Kurd e.
Helbestvanê kurd ê nemir Cegerxwîn (Şêxmûs Hesen) di sala 1903‘an de li gundê Hesarê yê girêdayî herêma Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê ji dayik dibe.
Cegerxwîn piştî ku ji Bakurê Kurdistanê sirgun dibe derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe û li gelek gund û bajaran digire. Li gundê Til Şeîr ê navçeya Tirbespiyê xwendina olî li ber destê Mele Îbrahîm Şêxmûs dixwîne.
Piştî xwendina xwe ya olî diqedîne li gelek cihên Kurdistanê geriya û car caran serdana gundê lê xwendiye dike.
Cegerxwîn pirtûka (Rêgezên Zimanê Kurdî) û ferhengeke zimanê Kurdî ji du beşan derxist, her wiha gelek berhem û helbestên wî yên bi zimanê Kurdî hene.
Seydayê Cegerxwîn di berhemên xwe de, qala têkoşîna gelê Kurd dike.
Seydayê Cegerxwîn 22‘ê Cotmeha 1984‘an li Stokhomê wefat kir, cenazeyê wî bi merasîmeke mezin li mala wî ya li bajarê Qamişlo tê veşartin. Her dem welatî diçin serdana mala wî ku cenazeyê wî lê hatiye veşartin.
Bi boneya salgera wefata seydayê Cegerxwîn welatiyên gundê Til Şeîr ên ku bi Seydayê Cegerxwîn re jiyane diyar kirin ku Cegerxwîn bandoreke mezin li wan kir.
Jina bi Sakîna Hecî Silêman Yûsif got, “Cegerxwîn di sala 1974‘an 3 mehan li mala me ma, dema xwe bi nivisandinê derbas dikir, rojê tenê saetek an du saet xew dikir.”
Sakîne wiha got: “Dema min sedema kêm xewê ji Cegerxwîn pirsî, got; keça min ez ê hewl bidim bi helbestên xwe gelê Kurd hişyar bikim.”
Seydayê Cegerxwîn pirraniya dema xwe li mala Dara Yûsif Ebdê yê helbestvan û sazvanê helbestên Cegerxwîn derbas dikir. Dara diyar kir ku Cegerxwîn bi helbest û axaftinên xwe şerê kevneşopiyên eşîrtî, zulma axayan û rêbazên şaş ên oldaran dikir.
Li gorî ku Dara ji bavê xwe Yûsif bihîstiyê; bavê wî û Cegerxwîn li gundê Til Şeîr digeriyan û li efserekê Fransî rast hatin, Cegerxwîn nêzî du saetan efserî Fransî re nîqaş kir. Piştî demekê efserê Fransî pirsa Cegerxwîn ji Yûsif Ebdî re dike û jê re got, mejiyê Cegerxwîn cewherekî giranbuha ye.
Cemal Mehmûd Osê 68 salî ye, ji gundê Til Şeîr e, Osê bi Yûsif Ebdî re bi bandor dibe û fêr dike ku helbestên Cegerxwîn saz bike.
Cemal Osê got: “Helbestvanê Kurd Cegerxwîn bandoreke mezin li min kir. Lê Cegerxwîn digot, wî bi helbestê xwe nedikarî gelê Kurd hişyar bike.”…ANHA