Rojnameya Ronahî

Divê gel li ser kooperatîfan perwerde bibe

Çend salên dawiyê de xebatên kooperatîfan li Rojava û bakurê Sûriyê pêşdikeve. Lê hê jî di asta ku tê xwestin de sîstema kooperatîfan rûneniştiye û ji aliyê civakê de girîngiya wê nehatiye fêhmkirin. Berpirsyarê Mala Kooperatîfan a Serêkaniyê Fadil Bozan diyar kir divê gel li ser girîngiya kooperatîfan were perwerde kirin.

Berpirsyarê Mala Kooperatîfan a Serêkaniyê Fadil Bozan diyar kir ku gelê herêmê bi salan e di sîstemeke bazara şexsî de jiyaye û heta niha baş fêrî sîstema kooperatîfan nebûye û got: “Divê gel di vî alî de bê perwerdekirin.”
Kooperatîf yek ji sîstemên aboriya civakî ya demokratîk e. Ji bo ku civak ekonomiya xwe bi pêş bixe û debara xwe bike, kesên di civakê de bi awayekî hevbeş para xwe dixin nava kooperatîfê. Piştî ku par tên komkirin, her kes di wî karî de ked dide û berhema derdikeve jî bi awayekî wekhev tê parvekirin.
Li Bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê jî Rêveberiya Xweser modela aboriya civakê ango kooperatîf pêşxist. Bi xurtbûna Şoreşa Rojava re gel dest bi avakirina kooperatîfan kir. Niha li herêmê bi sedan kooperatîf hatine avakirin. Yek ji herêmên ku sîstema xwe ya aboriya demokratîk ava kiriye jî Serêkaniyê ye. Li Serêkaniyê ji 2014’an ve kooperatîf hatine avakirin.
Berpirsyarê Mala Kooperatîfan a Serêkaniyê Fadil Bozan li ser rewşa kooperatîfan û pêşketina wan axivî û da zanîn ku ew ji bo jiyaneke komînal û aboriya civakî kooperatîfan bi rêxistin dikin û wiha got: “Em ji bo gel civînan çêdikin bê ka kooperatîf çi ye û ji bo çi tê avakirin. Em madî û manewî alîkariyê didin gel. Em projeyên wan dibin cem aliyên peywendîdar.”
Fadil girîngiya kooperatîfan nirxand û wiha dewam kir: “Di aboriya şexsî de, berhem a kesekî ye û ne civakî ye. Kesên di wî karî de kar dikin ne endam, tenê wek kole tên xebitandin. Lê di kooperatîfê de her kes kedê dide û rêzê ji keda hev re digirin.”
Fadil Bozan diyar ku li Serêkaniyê 15 kooperatîfên çandiniyê, yek ya firinê û yek jî hevgirtin heye û da zanîn ku li herêmê hemû rêxistinên kooperatîfan niha lewaz bûne û wiha axivî: “Hîn gelê me fêrî sîstemeke kooperetîvan nebûye. Ji ber bazara şexsî ku bi salan fêr bûne, bi heman şêweyî nêzî kooperatîfan dibin. Ji gel re perwerde pêwîst e. Divê em sîstema kooperatîfan bi gel bidin fêmkirin.”…ANHA