Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Yekîtî dîsa yekitî!

22/10/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Şaredarî ji bo kurdan çi ye
Share on FacebookShare on Twitter

Tayîp TEMEL

HDP di demeke gelek krîtîk de bi armanca sazûmankirina yekitiya neteweyî û xurtkirina têkiliyên bi hêzên Kurdistanî re dest bi hevdîtinên girîng kir. Xuya ye ku ev gav dê li Bakur gelek encamên nû bi xwe re bînin.
Tê zanîn ku gelê kurd û Kurdistan di demeke gelek nazîk û krîtîk re derbas dibin. Dora gelê kurd bi êrişkarên hov hatiye dorpêçkirin. Destkeftiyên hemû parçeyên Kurdistanê di bin êrîş û seferên giran ên neyaran de ne.
Belkî tu dem û dewranên dîrokê , Kurdistan ev qas nêzî derfetên serkeftinê nebûye û her wiha ji hemû parçeyan ve rastî êrîşeke ev qas berfireh û piralî nehatiye.
Li Başûr piştî referandûma Kerkûkê me dît ci hatiye kirin.
Jixwe êrîşên mezin li ser Rojava pêk anîn û ew peywira xwe niha dewrî çeteyên nêzî Tirkiyeyê kirine. Li Rojhilatê Kurdistanê Rejîma Paşverû ya Tehranê destûrê nade ku bi kurdayetiya azad pel jî bilive.
Êrîşên herî mezin jî li bakurê Kurdistanê tên meşandin. Bajar hatin tunekirin, li hemberî çiya û baniyan jî şer hatiye îlankirin. Îradeya kurdan ji hemû mekanîzmayên dewletê tê avêtin. Hemû sazî û dezgehên kurdan bi girtinê re rûbirû ne.
Bêguman di demeke wiha nazik de hewla HDP’ê ya yekitiyê hêjayê pesindayînê ye. Hevdîtina bi partiyên Kurdistanê re û peyamên ku piştî hevdîtinê hêvî dide.
Ji peyaman jî diyar dibe siyaseta kurd êdî gihiştiye wê merheleyê ku ji bo berjewendiya hemû civaka Kurdistanî, amade ye ku dev ji berjewendiyên xwe yên biçûk û erzan berde.
Jixwe ev 40 sal in ku Tevgera Kurdistanî ya li bakur doza yekitî û konferansa neteweyî dike. Lê wekî tê zanîn ku her carê ev daxwaz bi dîwarên ku dagirkerên Kurdistanê lêkirîne ket û paş ve vegeriya.
Yek ji hêza ku ji yekitiya gelê kurd aciz û nerazî jî her tim siyaseta dewleta tirk e. Tirkiyeyê ji ber ku dev ji siyaseta înkarê ya gelê kurd bernedaye, hem li dijî yekitiya gelê kurd e, hem jî li hemberî hemû destkeftiyên kurd û Kurdistanî ye.
Siyaseta kurd di mijara yekitiyê de li ser rêya rast e.
Êdî dem hatiye ku xewn xeyalên desthilatdaran ji ser siyaseta kurd rabin û hemû sazî û dezgehên xwedî hêz ji bo yekitî û çareseriyê bixebitin. Fêlbaziya dîrokê û rûreşiya xiyanetê divê bêyî ku ji gorê rabe, bê binaxkirin. Dema dema bilindkirina rûmetê ye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.