Rojnameya Ronahî

Diplomasiya Kurd a dîsa-dîsa

Burhan ERDEM

Di van rojan de pêngavek di rojevê de ye ku derxistina navê PKKê ya ji lîsteya rêxistinên terrorist armanc dike. Bi dehan caran hewldanên vê yekê hatin rojevê lê belê bêencam bi dawî bûn. Eger mirov bixwaze dikare vê têkçûnê bi aliyê hember ve girêbide. Mirov dikane gelek sedeman peyda bike. Mirov dikane siyaseta dijminane ya li cîhanê sûcdar bike. Mirov dikane cotstandartiyê vebêje û hwd. Lê serneketftin an jî têkçûn ji tunebûna berdewamiya helwestê ye. Bi gotineke din pirsgirêk ji me ye û li malame ye.
Eger mirov hinekî helwesta tevgera azadiyê ya ji bo Almanyayê bîne bîra xwe, bi hêsanî dibîne ku rêveberên hingê xeletiyên mezin kirine. Di bin navê şoreşgeriya milîtanî de bi çalakiyên bêmane derdora xwe krîmînalîze kirine. Ji ber van çewtiyan jî Rêberê Kurdan ji gelê Almanyayê lêborîn daxwaz kiriye. Lê belê ji `93yan ve ye careke din tevgera azadiyê li Almanyayê bi ser xwe ve nehatiye û ji ew îmkanên mezin ên li vî welatî mahrûm maye. Hersal hinekî din faaliyetên kurdan ên li vêderê tên astengkirin. Gava ku mirov li sedemê dipirse jî, li cem ew kesên bûne sedema vê çewtsiyasetê gotin amade ye. Bi gotina `heval wisa nine` dest bi axftina xwe dikin û têkeliyên aborî yên aliyan û berjewendiyên welatan vedibêjin.
Berjewendiyên welatan wê hertim hebin. Lê dozeke meşrû ya mirov hebe, ev berjewendî li wijdanan namîne. Me mînaka vê yekê li Belçîkayê dît. Di sala 2006an de derbarê 36 kesan de dozek hatibû vekirin. Siyasetmedarên naskirî yên weke Remzî Kartal, Zubeyîr Aydar û Adem Uzun jî di nava vana de bûn. Piştî 11 salan ev doz bi biryara faaliyetên PKKê ne terorîzm e, bi encam bûbû. Dewleta Tirk ji ber vê biryarê har bûbû. Lewra tesîra wê ya li siyaseta adetî ya Tirkiyeyê gelekî zêde bû. Hemû tezên Tirkiyeyê têk çûbûn. Li ser vê rabûn îtiraz kirin û dozek din vebû. A di sale, di 2017an de Dadgeha Belçîkî got ew li ser biryara xwe ye û ji hemû Ewrûpayê re got PKK ne terrorist e!
Ev lîste di sala 2000`î de bi pêşengiya Îngilîstanê destpêkiribû û bingeha xwe ji ya DYA`yê werdigirt. Kurd û dostên Kurdan li dijî vê yekê derketin. Li hemberî vê biryarê riya dadgehê hebû û dostên kurdan rê bi ber dplomasiya kurd xistibûn. Lê Îngilîzan ji wan re gotibû hebûna navê PKK`ê sembolîk e lewra wê faaliyetên wê neyên astengkirin û kurd ji riya dadgehê vegeriyabûn. Lê roja ku îtiraza kurdan a ji vê yekê re qediyabû, dest bi astengkirina hemû kurdan kirbûn, heta avêtibûn ser komeleya herî naskirî Mala Gel jî.
Ji sala 2014 an ve ye, li ser nave endamên tevgera azadiyê, dozeke li dijî Yekitiya Ewrûpayê hatiye vekirin heye. Cihê vê doze Dadgeha Dîwana Adaletê ya Ewrûpayê ye. Di vê dozê de daxwaza kurdan ew e ku navê PKKê ji lîsteya rêxistinên terrorist a YEyê were derxistin. Ev lîste ji her 6 mehan carekê tê nûkirin. Derbarê rêxistina Tamîliyan de biryareke bi vî rengî weke emsal heye. Divê dîsa-dîsa dîplomasiya Kurd li ser vê dozê raweste. Wê ev yek riya serkeftineke mezin vebike.