Rojnameya Ronahî

Em Kurdistanî ne, ne Turkiyeli

Derwêş M.FERHO

Sal 1981, li Turkiyê hêza leşkerî di bin serokatiya Kenan Evren de li ser îktîdarê ye. Bi hezaran siyasetmedar û çalakvanên mafên merovan di girtîgehan de bi awayekî dijwar di bin êşkencê de ne. Bi taybetî Kurd li girtîgeha Amedê hovîtiya dewleta Turk dijîn. Lê berxwedaneke bêhempa di hember zilma dewletê de te kirin. Siyasetmedarên Kurd, bi taybetî endamên tevgera azadiyê, pêşengên qehreman ji nava PKK bi berxwedana xwe dîrokê dinivîsin.
Di wê navberê de gelek kes jî li nava Turkiyê, li Kurdistan û li derveyê welêt bê tirs xwe li hev didin hev û têkoşîn di hember nîjadparêzî û dijminatiya hember Kurdbûnê de ya dewleta Turk berdewam e. Têkoşîna berdewam ne bes di hember dewletê de, lê di heman demê de di hember şovenîzma hêz û kesên “muxalîfên rejîmê” jî rastiya dîrokê ye. Mixabin, pirraniya wan kes û hêzan heta roja îro jî dev ji vê nexweşiya xwe ya şovenîstî terk nekiriye.
Di wê de li Beljîka gelek komên karkeran û penaber ji welatên cuda hatibûn. Hemû civakan komelên xwe yên karkeran, xwendekaran, karmend û akademisyenan bi nasnameya xwe ava kiribûn. Ji pêdiviyê Têkoşer – Yekîtiya Karker û Xwendevanên Kurd, di 1989 de dibe Enstituya Kurdî ya Brukselê, hatibû avakirin. Ji destpêkê ve vê rêxistinê bi nasnameya xwe ya Kurdistanî xebata xwe domand.
Di wê demê de lêgerîneke berfereh ji bo çareseriya integrasyon û berjewendiyên civakên cuda li Beljîka tê rojevê. Bi piştgiriya wezaretên cuda saziyeke navendî ku nûnertiya hemû civakan bike tê avakirin. V.O.C.O.M. Komîteya Flaman ya Şewirmendiyê û Ragihandinê ji bo Xerîban dest bi pêkanîna projeya xwe dike. Hedef nûnertiya her civakî tê de hebe. Diviya ji her civakê 3 nûner di rêvebiriyê de cî bigrin. Bê goman, Têkoşer jî nûnerên xwe pêşniyar kir. Û civînên destpêkê pêk hatin. Nexweşiya her dem ku bi “muxalîfên” rejîma Turkiyê re heye dîsa derket ber me. “Em Turkiye’li ne, bi navê Kurdistaniyan cî girtina di vê saziyê de bölücülük e û xizmeta imperyalîzmê dike.” Lê ew tênegihiştibûn ku nûnerên Kurd ji dep û dolabên van şovenîstan têr in û bersivên wan bi awayekî maqûl dan. Di pêvajoyê de rûyê wan yê sexte heşkere kirin. Di nava wê saziyê de Kurdan xebata xwe domand û nûnerên Turk jî bi zikreşiyê ve li kêlekê diman.
Ji sedema ku Kurdan xebata xwe bi rêk û pêk domand, “muxalîfên” rejîma Turk ji bêçareyiyê dest bi civînên navxweyî kirin. Û deh-duwanzdeh rêxistinên Turk ku di civînên xwe “biryar” distînin ku ew “ji beşdariya Têkoşer, weke rêxistineke Kurdistanî beşdar bibe “dipejirînin”. Di 22ê Hezîrana 1981 de nameyekê ji Têkoşer re dişînin û vê “pejirandina” xwe didin zanîn. Li ser vê yekê Têkoşer jî nameyekê ji wan re dinivîse û dibêje “hun ji deh rêxistin zêdetir bi nasnameya xwe beşdarî vê xebatê dibin, ne bölücülük û xizmeta imperyalîzmê ye û beşdariya we bi nasnameya Turkbûnê rewa ye, lê ya me bi nasmameya xwe beşdarî guneh e.
Hûn bi çi rûyî di nav xwe de biryar distînin ka em di vê xebatê de beşdar bibin yan na? Hêviyên me ji we; hûn biryaran li ser xwe bigrin, ne li ser me. Hevkarî û biratî li ser esasê durustî ava dibe, ne li ser şovenîzm û nîjadparêziya dewleta Turkiyê. Em Kurdîstanî ne, hûn jî Turkiye’li. Êdî rastiyê qebûl bikin.”
Xebat bi serbilindî berdewam e. Kî ji vê xebata bi nasnameya Kurdî nexweş be, nezan û zikreş e.