Rojnameya Ronahî

Rêveberiya kampê ji bo koçberan derfetên kar ava dike

Bi rêya nivîsgeha karkirinê derdora ji sedî 90 koçberên Eyn Îsa derfetên kar di nav kampê de dîtine.
Li kampa Eyn Îsa 13 hezar koçber hene. Rêveberiya Kampa Eyn Îsa ji rêxistinên karkeran ên li kampê re dibe alîkar û derfetên kar ji koçberan re dibîne.
Buroya karkirinê ji koçberên kevn re ku hatine kampê û navên xwe tomar kirine, derfetên kar peyda dike. Buro ji rêxistinên perwerdeyê re dibe hevkar ku kesên xwedî bawername, wek mamoste û berpirs û gelek karên din bidin xebitandin. Buro hewl dide mehane ji 200 heta 300 koçberan di hundirê kampê de wek karkerên paqijiyê bide xebitandin.
Derbarê mijarê de, koçberê bi navê Adil El-Hemûda spasiya rêveberî û nivîsgeha karkirinê kir ku derfetên kar ji wî re dîtin.
Endamê rêveberiya kampê Celal El-Eyaf destnîşan kir ku buroyê derfetên kar ji bo ji sedî 90 kesên ku dixwestin kar bikin, dîtin.
El-Eyaf diyar kir ji ber ku rêxistinên alîkariyê rewşa wan a madî paşguh kirine hêjmareke mezin ji koçberan rojane derdikevin navçeya Eyn Îsa da ku bixebitin…ANHA