Rojnameya Ronahî

QSD‘ê nifşek ji fikrê paşverû rizgar kir

Pîrozbahiyên yekemîn salvegera rizgarkirina Reqayê dewam dikin. Buroya MSD’ê ya Helebê bi boneya yekemîn salvegera rizgarkirina Reqayê li taxa Şêxmeqsûd bi beşdariya bi dehan welatî û endamên saziyan civînek lidarxist. Di civînê de qala girîngiya rizgarkirina bajêr hat kirin û hat gotin ku QSD’ê bi rizgarkirina Reqayê nifşek ji fikrên paşverû yên DAIŞ’ê rizgarkir.

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ya buroya Helebê bi wesîleya salvegera yekemîn a rizgarkirina bajarê Reqayê civînek li Hola civînan a taxa Şêxmeqsûd li dar xist. Di civînê de hate gotin, QSD‘ê li Reqayê nifşek ji fikrê paşverû yê DAIŞ‘ê rizgar kir.
Berpirsên partî, meclis, sivîl, hêzên leşkerî û bi dehan welatiyên taxê tev li civînê bûn.
Di civînê de Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk a Buroya Helebê Fehîma Hemo axivî û bal kişand li ser rizgarkirina bajarê Reqayê.
Fehîma Hemo diyar kir ku Reqa bi salan di bin dagireriya komên çeteyan de ma, çeteyan bi navê islamê talankirin, kuştin û wêrankirin, recim dikir û serjêdikirin. Fehîma da zanîn, nêzîkatiyên çeteyan ji baweriya ola islamê dûr e.
Fehîma Hemo, destnîşan kir ku îradeya gelê Reqayê ya rizgarkirinê roleke mezin di xelasbûna ji DAIŞ‘ê de lîst, welatî li derdora QSD‘ê kom bûn û destek dane pêngava rizgarkirinê.
Ji fermandarên YPG‘ê Zagros Efrîn jî axivî û anî ziman ku pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê li ser bangewaziyên welatiyan pêk hat û anî ziman ku çeteyên DAIŞ‘ê li Reqayê mîna kansêrekê bû û şervanan ew şikandin.
Zagros di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku li Reqayê bi sedan şehîd hatin dayîn û wiha dewam kir: “Em îro dibînin ku bajarê Reqayê nefesa azadiyê distine, bi navê YPG‘ê em soz didin şehîdên xwe ku em xeyalên wan bi cih bînin û Efrînê jî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê rizgar bikin.”
Di civînê de, endama Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Merwa Qonîlî, rêveberê Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk a Sûriyê Mihemed Derwîş û rêveberê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Elî Stêrvan axivîn.
Di axaftinan de, hate gotin ku QSD‘ê zarokên Reqayê û nifşek ji fikrê paşverû yê DAIŞ‘ê rizgar kir…ANHA