Rojnameya Ronahî

Hêvî û baweriya wan a vegera Efrînê mezin e

Welatiyên Efrînê ev bû 7 mehe li Şehbayê bi hêviya vegera Efrînê li ber xwe didin. Tevî ku şert û mercên jiyana wan zehmet e jî lê dev ji tekoşîn û rêxistinkirina xwe bernadin. Welatiyên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne diyar kirin ku hevî û baweriya wan gelek mezin û ew ê rojekê vegerin warê xwe Efrînê.

Gelê Efrînê yê ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar ma ku dev ji warê xwe berde û li Şehbayê bi cih bibie, hêviya wan a vegera warê wan mezin e.
Bi sed hezaran welatiyên Efrînê ev 7 meh e ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker li herêma Şebayê bi cih bûne. Gelê Efrînê bi her awayî li Şehbayê li ber xwe dide.
Welatiyên Efrînê li Şehbayê tevî zehmetiyan jî jiyana xwe bi rêxistin dikin. Welatiyên Efrînê navên ku wateya vegera li Efrînê didin, li dikanên xwe dikin.
Mihemed Mihemed ji ber ku baweriya wî bi vegera li Efrînê heye, navê El-Ewda (Veger) li xwaringeha xwe kiriye. Mihemed destnîşan kir ku ev 7 meh e li Herêma Şehbayê li ber xwe didin û anî ziman ku wê li Efrîna berxwedêr vegerin.
Reşîd Iço destnîşan kir ku ew li Şehbayê bi cih bûne, jiyana xwe li wê derê bi rêxistin kiriye, ji xwe re dikanên bazirganiyê vekirine da ku pê debara jiyana xwe bikin. Reşîd Iço diyar kir ku wê li Efrînê vegerin û dikanên xwe bi heman navî li warê zeytûnan vekin.
Mihemed Hebeş jî diyar kir ku ew li herêma Şehbayê zehmetiyan dibînin, çavên wan her tim li rêya vegerê ye û wî jî navê Racîn (Em ê vegerin) li xwaringeha xwe kiriye, ji ber ku baweriya wî heye ku wê li warê xwe vegerin.
Luqman Reşîd diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê mal û milkên wan talan dikin. Reşîd diyar kir ku wî ji ber kiryar û hovîtiya dagirkeran berê xwe da herêma Şehbayê û navê “Efrînê em ê vegerin” li dikana xwe kiriye…ANHA