Rojnameya Ronahî

Zarokên Eyn Îsa bi zimanê xwe perwerdê dibînin

Xwendekarên navçeya Eyn Îsa bi zimanê xwe yê dayîkê perwerde dibin û ji bo materyalên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) kêfxweşiya xwe anîn ziman.
Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya navçeya Eyn Îsa, di sala perwerdeyê ya duyem de piştî ku navçe hat rizgarkirin, dibistan vekirin.
Pêkanîna rêgeza demokrasiyê û jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyên gelê Sûriyê de, di materyalên ku Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk amade kirine de, esas hatin girtin. Bi rêya van materyalan her pêkhateyek dikare bi zimanê xwe bixwîne.
Li dibistanên navçeya Eyn Îsa her du pêkhateyên navçeyê yên Ereb û Kurd di 4 salên destpêkê yên perwerdeyê ango ji refê yekê heta refê 4`an de her pêkhateyek bi zimanê xwe dixwîne. Piştre, xwendekarên Ereb wekî madeyekê zimanê kurdî fêr dibin û xwendekarên kurd jî wekî madeyekê zimanê Erebî dixwînin.
Têkildarî mijarê her du şagirtên bi navên Nehle Hemê û Rohilat Mihyedîn ên ji pêkhateya Kurd destnîşan kirin ku perwerdeya bi zimanê Kurdî mafekî xwezayî ye lê ew bi dehan salin ji mafî bêpar hatibûn hiştin.
Girêdayî heman mijarê şagirtên bi navên Mahir Mehmûd û Elî Hisên ên ji pêkhateya Ereb diyar kirin ku fêrbûna zimanê Kurdî li gel xwendina bi zimanê xwe Erebî danûstandin û fêhmkirina di navbera her du pêkhateyan de hêsan dike.
Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya navçeyê derdora 150 dibistanên navîn û seretayî sererastkirin û 15’ê Îlonê vekirin. Li gorî serjimariyên komîteyê nêzî 15 hezar şagirt diçin dibistanê…ANHA