Rojnameya Ronahî

Dema çandiniyê destpê kir, pêdivî bi mazotê heye

Mewsima çandiniyê li navçeya Şedadê di nav gelek astengiyan de dest pê kir. Ji aliyekî din ve ruxset ji zêdetirî 550 bîrên navçeyê re hatine dayîn.
Piştî ku mewsima çandiniyê ya navçeya Şedadê ya kantona Hesekê ji ber kêmbarîna baranê di sala borî de gelek ziyan dît, cotkarên navçeya Şedadê amadekariyên mewsima çandiniyê yên sala nû dikin.
Cotkarên gundewarên Şedadê diyar kirin ku di nav gelek kêmasiyan de, mewsimê dest pê kiriye. Her wiha cotkaran diyar kir astengiya herî mezin ku ew dibînin nebûna mazotê ye. Ji ber ku cotkar bêyî jenerator nikarin avê ji bîran derxin.
Cotkaran destnîşan kirin ku di encama serweriya ewlehî û aramiyê li herêmê, piştî têkbirina DAIŞ’ê, welatî zeviyên xwe diçînin.
Têkildarî mijarê hevserokê Saziya Avê ya Şedadê Fadil Ehmed axivî û diyar kir ku zêdetirî 15 hezar hektar zevî ku bi rêya bîran tên avdan, li navçeyê hene. Her wiha bi hezaran hektar zeviyên be jî li ser her du beravên Xabûr ên rojhilat û rojava hene.
Ehmed diyar kir ku erka wan a sereke di dema niha de, dayîna ruxsetên bîran e. Heta niha ruxsetên zêdetirî 550 bîran dane. Ehmed destnîşan kir ku çemê Xabûr, damara sereke ya çandiniyê li bajarê Şedadê ye û wiha dewam kir: “Lê ji ber şerê ku li herêmê rû dane û girtina dewleta Tirk a çem, bû sedema daketina rêjeya avê li bendava Hesekê. Vê jî bi xwe re pirsgirêk zêde kirin.”
Ehemd da zanîn ku ji bo misogerkirina mewsimeke baş, bi Gerînendetiya Avê ya Hesekê re nîqaş kirine. Li ser wan nîqaşan ava bendavê wê 3 caran ji cotkaran re di mewsima çandiniyê de bê vekirin. Cara yekemîn 15’ê meha bê de wê av bê berdan.
Di dawiyê de hevserokê Saziya Avê Fadil Ehmed soz da ku pirsgirêkên cotkaran di zûtirîn demê de çareser bikin…ANHA