Rojnameya Ronahî

Partiyên siyasî yên Kurd li Amedê li hev rûniştin

Rayedarên HDP’ê û rayedarên partiyên siyasî yên Kurd li Amedê 4 saetan li hev rûniştin.

Piştî komxebata Rêveberiyên Xwecih a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) destpêka  hilbijartinê hate kirin. Piştî komxebatê li ser vexwendina Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî bi partiyên Kurd re dema xwarinê hatin cem hev.

Rayedarên Herekata Azadî, PDK-T, OSP, Azadî, PDK-P, Partiya Îslamê û Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan, Siyasetmedarê Kurd Ahmed Turk, Sirri Sakik, Wekîlên HDP’ê Îmam Taşçier, Necdet Îpekyuz û Tayyîp Temel, li Demîr Otel a Amedê li ser geşedanên dawî 4 saetan li hev rûniştin.

Hate gotin li ser hilbijartinên xwecih gotebêjî hatine kirin û li ser helwesta hevpar a li dijî gefên Erdogan ên ’em ê qeyûman bînin’ hatiye axaftin. Agahî hate standin ku piştî danûstandinan û gotebêjiyê partî wê piştî bi heftiyekê bi rojeva ‘hilbijartinên xwecih’ dîsa li hev rûnin.