Sîpan CAN
Li Rojava ev demeke ji bo pêşxitina asta nivîsandin û xwendinê çalakî tên li dar xistin. Ji nava wan çalakiyan ya herî balkêş rêxistinkirina pêşengehên pirtûkan e. cara yekemîne ku li vî welatî bi azadî nivîskarên kurd bi zimanê dayîkê berheman çap dikin û didin ber destê xwîneran. Di şoreşan de serencamên herî bilind yên pêşeketin û dane guhertina hizrê civakê pirtûk in.
Ji bo mudaela temam bibe çar mercên bi hev û din ve girêdayî pêwîstin, ew merc nebin nabên. Ew jî evin( pirtûk, nivîskar, xwîner, berhemkar) ev her çar aliyên meselê divê tekez hebin. Xwîner nebin, nivîskar jî nînin, wê demê portûk jî wê nebin. ew her sê jî hebin berhemkar/ ango saziya ku karibe li berhemê xwedî derkeve û çap bike nebe, wê demê ne gengaze dîsa jî çareserkirina vê pirsgirêkê zehmet dibe.
Li gel wan mercan gelek faktorên din hene ku lawazî û qelstiyê dide karê nivîskariyê. Hin ji wan faktoran zimanê kurdî ku heya niha qedexekirîbû, asta zanista civakê, taybet(rewşenbîr) û her wekî dinbi dehan sedem hene. lê; em dikarin pirsekê bikin gelo, rewşa nivîsandinê êima bi êş e? gelo ew êşa han nikare bibe bingeh ku mirov karibe jê bi hezaran tiştan binvîse? Çiqas raste ku tê gotin êşa nivîskaran, ma ne ji êşê îlham derdikeve û di rewşên herî zehmet de afrînerên roman û destanan derketine?
Ev mijarek di semînera ku di pêşengeha pirtûka kurdî ya di salvegera koça nivîskarê nemir Tewfîq Huseynî li bajarê Amûdê bû. Berî em behsa mijarê bikin, ji xwe rêxistinkirina pêşengeh û semînerê ne di wê asta ku mirov ji dengên derdorê bikaribe guhdar bike û nêrînên xwe bide, ew ne atmosfêrekî rewşenbîrî bû. Bi qasî ku yên nêrînê xwe didan behsa êşa xwe û gazinên xwe ji rewşê dikrin, behsa êşa civaka xwe nekirin. Bi qasî ku em yên dinvîsin xwe li tebeqeya nuxbeya jor dibînin, em êdî ji civakê dr ketine û ji bîr kiriye. Berhemên ku tenê di salonan de sînordar bin tu feydeyek wê nîne. Aliyek din ya meselê heye, ew jî pirsgirêkeke gelek mezin, propogandeya ji bo pirtûk û berheman lawaze û esas nayê kirin.
Ya herî girîng jî ku divê komîteyên nirxandina van berheman ber bi çav bibin. Asta nivîsandin û hilbijartina mijarên di nava van pirtûkan de ku piraniya wan helbestên bê tam û wate ne. Bi kurtasî, warê nivîsandin û derxistina berhemên stretejîk mîna roman, helbest, dîrok…hwd hişyariyek gelek mezin pêwîste, an wê êşa ku niha civak dikşîne di pêşde wê du qatî ji ber van şaştiyan zêdetir bibe.






