Ezîz KOYLUOGLU
Sûriye wek mijareke sereke ye. Her çend ev demeke windabûna hemwelatiyê Erebîstana Siûdî Cemal Kaşikçi ya li konsolosxaneya Erebîstanê ya Stanbolê ketiye rojevê jî, lê Sûriye hê jî rojeveke sereke ye. Di bingeh de her dû rojev jî ji hevdû ne qut in. Cemal Kaşikçi wek rojnemevanekî di siyaseta Sûriyê de piştgiriya Îxwanî Mislimîn dikir û hebûna DAIŞ jî ji bo xwe wek pirsgirêkek cidî nedidît. Hinek rexneyên Cemal Kaşikçi li kiryarên DAIŞ’ê hebin jî, ev ne di asta weke komek teror didît de bû. Ji bo wê jî wendabûna Cemal Kaşikçi û girtina herêmên ji destê DAIŞ û bêbandorkirina DAIŞ’ê hinek bi heve girêdayî ye.
Projeya Tirk û Qatar ya li Sûriyê ew e ku dewletek bi destê Birayên Misliman ava bikin. Kaşikçi jî destekek mezin dida vê projeya Qatar û Tirkan. Dema ku li Misrê Birayên Misliman hatibûn ser desthilatiyê û fikra selefiyetê ya Qatar, dewleta Tirk ya dagirker, ji bo xwe wek derfetek fikra Osmanî zindî bike, dît. Li Erebîstana Siûdî jî kesên wek Cemal Kaşikçi destek didan vê fikrê. Li gor Qatar û Tirkiyê wê projeya wan ya Birayên Misliman gav bi gav despêkê li Sûriyê, pişt re li Urdin û li Erebîstana Siûdî jî bibuya desthilat. Ji bo wê jî destpêkê destek dan Cephet El Nusra. Piştî Cephet El Nusra xwe wek El Qaîde binavkir û tecrîd bû, Iraq jî xistin nav projeya xwe û DAIŞ avakirin. Li gor Qatar û Tirkiyê wê DAIŞ rê ji wan re vekiriba ku xwe li Sûriyê, Iraq, Urdin û Erebîstana Siûdî bicihbikrana. Cemal Kaşikçi beşek ji vê projeyê bû. Wek rojnemevanek di nivis û gotarê xwe de wek rewşenbîrek destek dida vê projeya Tirkiyê û Qatar ya Birayê Misliman.
Niha gelek kesan ji bîr kiribe jî, lê avakirina DAIŞ’ê li Iraq û dema girtina wê ya Musil, Ambar ev dewletên niha xwe wek dijberê DAIŞ’ê nîşan didin yên wek Qatar û Tirkiyê, destek didan DAIŞ’ê. Heta wan dewletan ew tevgerbûna DAIŞ’ê ya li wê herêmê wek rabûna Erebên yên ji mezhebên Sunî li dijî deshilatiya Şîî bi nav dikirin. Cemal Kaşikçi jî yek ji wan bû.
Ji tawanbarkirina Erebîstana Siûdî li aliyekî, divê bê pirsîn ku Kaşikçi kî dixwaze bikuje?
Di demek ku êdî dewleta Tirk ya dagirker dixwaze xwe di çarçoveya siyaseta li Sûriyê de li gor Rûsya birêxistin bike, xwe ji bin barê çeteyan derxe de, buyerek wiha li Tirkiyê rûda cihê gumanê ye. Gelo ev kuştina Cemal Kaşikçi beşek ji guhertina siyaseta dewleta Tirk ya dagirker e? Heta niha daxuyaniyên rayedarên dewleta Tirk di derbarê Kaşikçi de, pirr zêde tûnd nebû û hinek jî bi guman bû? Hîn tiştek li holê tunebûn û rayedarên dewleta Tirk agahiya “Cemal Kaşikçî hatiye kuştin” belavkirin. Heta hin naveroka kuştina Kaşikçi wek filmek raxistin pêş çavan. Ev jî pirsa “gelo destê dewleta Tirk di kuştina Kaşikçi de heye” derdixe pêş.
Cemal Kaşikçi ku demek dirêj li gor siyaseta Dewletên Yekbûyî yên Emerîka destek dida fikra Birayên Misliman, lê em îro dibînin êdî DYE piştgiriyê nade Birayên Misliman. Heta wek li Misrê piştgirî da derbeyek leşkerî li dijî desthilatiya Birayên Misliman. Ji ber wê jî Kaşikçi ev demeke di çarçoveya fikrê xwe de piştgirî ji dewletên Tirk û Qatar digirt. Piştî ku Birayên Misliman li Misrê wek teror hatin bi navkirin, navenda xwe li Tirkiyê û Qatar ji nûve birêxistin kirin. Xuya dike ku Cemal Kaşikçi wek mekan li Tirkiyê hat armanc girtin. Wek adres jî konsolosxaneya Erebistana Siûdî ya Stenbolê tê nîşandan. Lê ev senaryoyên hene hemû dixwazin rastiya Cemal Kaşikçi ya heye veşêrin. Têkiliyên Cemal Kaşikçi yên Birayên Misliman û xeta wan ya radikal ya DAIŞ divê were dîtin. Dîsa têkiliyên Qatar û Tirkiyê yên bi koman teror re bi Kaşikçi re wenda nebe. Dibe di van rojan de zêdetir ev têkiliyên wan were lêkolîn kirin.






