Idrîs HENAN
Meylên ji xisletên lawir û dirindeyên xwînî çilekiya însanan ê dermirovî zêde dike. Bi taybetmendiyên ku pala xwe didin serweriya mutleq dixwazin hegemoniya xwe li her dera digihinê ferz bikin. Ev xisletên han bi pişketinên dem û mekan re girêdayî ne. Ango bi çewisandina pêşketinên zanist û civakî re serweriya desthilatdariya çors a bi navê dewletê di nav sînorên cografî de, weke sîstem hatiye tivîkirin. Bi riya vê serweriyê mirov hatine kolekirin û keda insanan bê mane di cokên celadan de herikiye. Ev serwerî her li ser hîmên kuştin, talanî, qirkirin û komkujiyan temenê desthilatdariya xwe dirêj kiriye. Hemû şikilên wê neyartî û dagirkerî ne. çiqas navên cuda li xwe bikin jî, di dawiya dawî de ji bo berfirehkirina serweriyê û destdanîna li ser jêderên xêr û bereketa gelan, bi rêbazên tunekirinê xwe mayîndekirin e. Di oxira vê serweriya hovane de çi tê xwestin û bedelên wê çiqas giyana mirovan be, ne xem e . Ya girîng doşandina bereketa gelan heya ziwabûnê ye.
Ji bo mayîndekirina hegemoniyê, di nav xwe de hêzên serwerker jî dikevin nava şerên giran. Hev û din peş dikin û jêderên aborî ji dest hev distînin. Carinan ku hêza wan têrê nake, hevpeymanan ava dikin û şerên kurewî peyda dikin. Hemû jî di bin siloganên azadî, serxwebûn û demokrasiyê de ne. Lê dema ku gelek bi xwe xwe bi rêxistin bike û daxwaza azadî û serbestiyê bike, hemû diruşmeyên van hêzan diweşin û li dijî daxwazên rewa yên vî gelî dibin yek bilok. Yanê heya azadî jî li cem van hêzan pîvanekî wê heye. Pîvan jî; bi qasî tu bibî koleyekî baş tu azadî.
Ji tecrubeya heft salan a Sûriyê û bi dehan salan a têkoşîna gelê Kurd a dawa maf û hiqûqên gerdûnî, tabloya me li jor berî çend xêzan diyar kiriye eşkere dibe. Piştî ku hemû kom û hêzên wekîl ên li ser axa Sûriyê têkçûn, dor hat mudexeleya hêzên binyad ên ku van wekîlên têkçûyî bi salan dilebitînin. Yekem tişta kirine li hemberî îradeya azad a gelan şerkirin bû. Her aliyekî ji bo hinek berjewendiyên taybet dest avêta nava Sûriyê. Rûsyayê ji bo cihê û mekanê xwe yê stratejîk li Rojhilata Navîn biparêze, di bin navê parastina dewletê de rejîma dîktator a Baas ji hilweşînê parast. Tirkiyê jî ji aliyê xwe ve çiqas terorîstên dunyayê hebûn di ser xwe re û bi insiyatîfa xwe ya terorane derbasî nava axa vî welatî kir. Di paş perdeya azweriyên wê de tunekirina Kurd û xewnên osmancîtiya nûjen hebûn. Hêzên hevpeyman ku afrînerên vê aloziyê ne, di bin navê parastina gelan de serweriya xwe ya avakirina sîstemên pêrewî ferz dikin. Ango li ser hîmê; ji hezar pêrewî re pêrewek divê, tevgeriyan û mudexeleyî nava Rojhilata Navîn kirin û li aloziya wê ya hişmendî, aloziya xwe ya desthilatdariyê zêde kirin. Bi vê yekê re alozî kûr kirin û asta kuştin û tunekirinê li vî welatî zêde kirin. Tiliya hemû hêzên mudexeleker di xwîna vî gelî de heye. Ev jî xwe dispêre wan xisletên dirindeyî yên desthilatdariyê. Ji ber vê em dibînin çawa ku hemû hêzên hegemon tevî cudabûna armancan di komploya dagirkirina Efrînê û işkenceya li ser Rêberê gelê Kurd Abdula Ocalan de hemfikirin.






