Sîpan ŞÎNDA
Di Kurdî de gelik peyv hene qet nayên bikaranîn. Gelik ji nayên zanîn. Li şûna van peyvan yên biyanî tên bikaranîn. Peyvek ji van jî “pêstûrî”ye. Şûna pêstûriyê bi pirranî peyva ‘şidet’ê tê şixwilandin. Mirov dikare peyva pêstûrî di Kurdî de bi du wateyan bişixwilîne. Yek, mirov tiştekê ne bi dilê hinan, ne bi viyana wan li wan bide kirin. Bi ingilîzî dibêjin ‘imposition, insist’. Di Kurdî de ji vêre dibêjin karê ‘bivê nevê’. Du, mirov bi dest, ling, gotin, dar, çek ango bi alavinan zordariyê li hinan bike. Bi ingilîzî dibêjin ‘severity’, ango şidet.
Di nava jiyanê de mirov gelik caran li hemberî pêstûriyan tê. Gelik caran mirov pêstûriyên li ser kesan, olan, baweriyan, netewan tên kirin dibîne. Pirrê zarokan di temenê xwe yê biçûk de gelik caran rastî pêstûriyan tên. Dê û bavê zarokan, mamostên wan, yan ji xizmên din yên wana, ji wan re dibêjin te bivê nevê tê weha bikî. Gelik caran ji lêdan li wan tê kirin. Her weha li ser jinan ji gelik caran pêstûrî bi awayekî tund tê kirin. Di cîhanê de pêstûriya herî mezin li ser Kurdan tê kirin. Cureyên pêstûriyê yên cuda hene. Mesele ne tenê mirov bi daran pêstûriyê li hinan bike. Ka em berê xwe bidin cureyên pêstûriyê çi ne?
Pêstûriya derûnî: Gelik caran mirov di bin pêstûriya derûnî ya derdorê de dimîne. Ev cureyê pêstûriyê her çend nerm xwiya dike, lêbelê radanek li ser derûniya mirovî heye. Xwe parastina li hemberî vê pêstûriyê zehmete ji. Kesên li rastî vê pêstûriyê tên her tim di bin tirsê de dijîn, nikarin baş razên, her tim nerihetin, sinirê wan çêdibe û zû eciz dibin.
Pêstûriya devkî: Ev cureyê pêstûriyê di nava civaka Kurd de ez bawerim ya herî zêde tê kirine. Çi li ser zarokan, çi li ser jinan be heroj ev pêstûrî bi qîr danê, bi dijûnan, bi heqaretan tê kirin. Kes nabêje gelo ev çi ye ez dikim. Bi taybetî li ser zarokan ev pêstûrî zêde tê kirin û bandoreka xirab li ser derûniya wan dike.
Pêstûriya fîzîkî: Cureyê pêstûriyê ê herî tê zanîn û nayê veşartin eve. Lêdan, îşkence, kuştin, birîndar kirin! Dema ev pêstûrî li mirovinan bê kirin li ser laşê wan şûn dimîne. Ji ber wê ew kesên li rastî vê pêstûriyê tên, dikarin pêstûriya li wan hatiye kirin îspat bikin. Gelik caran dê û bav, li zarokên xwe didin. Herweha li dibistanê, li kolanê ji gelik caran zarok pêstûriyê dibînin. Eva henê ji derûniya wan zarokan xirab dike. Ew zarokên di nav malê de, li dibistanê yan ji li kolanê li rastî pêstûriyê tên, ji zarokên din kivşin. Dema ew zarok li mirov dinêrin ji nava cavên wan diyare kû ew pêstûriyê dibînin. Ew zarok ji êrîşkarin dibin. Her tim refleksên xwe parastinê bi wan re zêdene. Gelik caran şev di xew de ditirsin. Xewnên xirab dibînin û didin ber qîra. Ew bi xwe ji êdî dema keysê xwe dibînin pêstûriyê li zarokan dikin. Ew kesên di zarokatiya xwe de pêstûriyê dibînin, dema mezin dibin ew ji herweha serî li vê rêbazê didin.
Pêstûriya aborî: Her çend eva henê weke pêstûriyê xwiya nake ji lêbelê ev ji cureyekê pêstûriyê ye. Ev cure bi taybetî di nava malê de li ser jinan û zarokan tê bikaranîn.
Belê her çi cure be bila ew be, li kê bê kirin bila bê kirin, divê pêstûrî li kesê neyê kirin û neyê qebûl kirin. Darê tirsê ne ji biheştê tê, ji dojehê tê!






