Rojnameya Ronahî

Welatiyên Efrînê di bin sertên zehmet de li ber xwe didin

Bi hatina demsala zivistanê û barîna baranê gelê Efrînê yê ku li Şehbayê bi cih bûne gelek zehmetiyan dibînin.
Gelê Efrînê ji ber êrîşên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê neçar ma ku dev ji warên xwe berdin û xwe li herêma Şehbayê bickin bikin. Gelek malbatên Efrînî di malên li Şehbayê de yên ku ji ber şerê li herêmê gelek zerar dîtine bi cih bûne. Hinek ji wan jî li kampên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a kantona Efrîn û Şehbayê hatine vekirin, bi cih bûne.
Welatiyên Efrînê baweriya wan heye ku wê Efrîn ji dagirkeriya dewleta Tirk rizgar bibe û ew ê jî vegerin malên xwe.
Malên ku gelê Efrînê lê bi cih bûne ji ber şerê li herêmê ku pêk hatine gelek zerar dîtine ava baranê derbasî malên wan dibe. Ji ber vê yekê jî welatî neçar dimînin ku li gorî derfetên xwe wan malan sererast bikin.
Welatiyê bi navê Heysem Xelo yê ku li gundê Til Qerah bi cih buye diyar kir ku ew pencereyên xwe bi naylon digre da ku ba û ava baranê derbasî mala wan nebe û destnîşan kir ku ew hewl didin zarokên xwe biparêzin.
Heysem anî ziman ku ew li ber xwe didin da ku li warê xwe Efrînê vegerin. Her wiha Heysem bang li aliyên pewendîdar kir ku alîkariya wan bikin.
Welatiya bi navê Nerîman Şêxmûs jî diyar kir ku ji ber banê mala wan xirabûyî ye ava baranê derbasî mala wan dibe û diyar kir ku derî û pencereyên malê jî xirabûyî ne. Nerîman destnîşan kir ku ev yek li pêşiya vegera wan li Efrînê nabe asteng.
welatiya bi navê Cemîla Mecîd Ebdo jî destnîşan kir ku bi rêya naylon û caw hemû kunên di mala xwe de girtine û teqez kir ku ew ê di hemû rewşan de li ber xwe bidin.
Ji aliyê din ve Şaredariya Gel hinek blok û çîmento dane gelê Efrînê yên ku li kampên Berxwedan, Serdem û Efrînê de bi cih bûne ji bo ava baranê derbasî konê wan nebe, derdora çadirên xwe çêbikin.
Şaredariya Gel hewl dide li gorî derfetên xwe alîkariya gelê Efrînê bike…ANHA