Rojnameya Ronahî

Gelo ev biryar dê çiqas bikeve meryetê de?

Ferîşte NEZÎR

Di dema dawî de yek ji pirsgirkên ku Herêma Cizîrê taybet bajarê Qamişlo rastî wê tê, taybet kesên penaber, buhabûna nenormal ya kiriya xaniyan e, ji ber xwedanê xaniyên li Herêmê her wiha delalên ku xaniyan ji bo kirêdaran dibînin mijarê delîve dikin. Di heman demê de bandora koçberiyê li ser buhabûna xaniyan gelekî heye, her wiha jî guhertina demografî ya ku li herêmên çê dibe, ji bo wê jî wekî çareserî Yekîtiya Bîrwa Avahiyan a Herêma Cizîrê biryara diyr kirina buhaya kiriya xaniyan derxist.

ARMANC RÊXİSTİNKİRİNA
BUHAYA XANİYA NE
Têkîldarê mijarê Endamê Yekîtiya Bîrwa avahiyan Ednan Ebdil Mecîd ji Rojnameya Ronahî re ev agahî ku armanca ji vê yekîtiyê, da ku buhaya xaniyên bajar û herêmê0 kontrol bikin û wiha got: “Rastî di dema dawî de buhaya kiriya xaniyan bi renegkî nenormal buha bûne, ku bandora koçberiyê li ser buhabûna xaniyan gelekî heye ku guhertina demografî ya herêmê çêdibe. Da ku em vê pirsgirêkê çareser û kontrol bikin wekî Yekîtî beriya demekê biryara diyarkirina buhaye xaniyê derxistin ku ji 10 heye 25 hezar lîreyê Sûriyê, ew jî li gor dîmografî û başiya xanî tê diyar dikin.”

EV BİRYAR DÊ BUHAYN SÎNORDAR BİKE

Ednan Mînaka bûyerkê da û wiha got: “Carekê kesek ji niştecihê Himsê xaniyek li ba sotemeniya (Gazî) Lazgîn kirî û ser vê mijarê agahî hate ji mere, wekî erka Yekîtiya Bîrwa Avahiyan mudaxeleya vê rewşê kir û xanî bi rengekî zagonî ji wî kesê Himsî sitand û perê wî lê vegerand. Ji ber biryar heye ku nabe xanî, dukan, erd û wesayît ser navê kesekî ne ji herêmê bê firotin anjî dayîn, her wiha kesê ku vê biryarê pêk neyîne rastî cezayê tê. Her wiha wekî yekîtî ji bo nîqaşa vê biryarê agahî da odeya bazirgan, Navçe, Şaredarî û Mecilsa bajêre re jî û bi hevre civiyan û ev biraya bi wan re hate nîqaş kirin û erênîkirin û wekî çareseriya herî gunca ji pirsgirêka buhaya kiriya xaniyan dîtin. Piştre da ku ev biryar bi rengekî zagonî bi keve meryetê de me radestî dadgehê kir û erê kirin, dê di serê meha Mijdarê de ev biryar bikeve meryetê de.”
Endamê Yekîtiya Bîrwa Avahiyan Ednan Ebdil Mecîd nîşan kir ku ji bo gel agahdarbin, me ev biryar di malpera xwe de weşand, komîn jî di civîn xwe bi gel agahdar bikin. Û wiha bi dawî kir: “Piştî Meha Mijdarê kesê ku vê biryarê vala derxîne dê rastî cezayê malî bê, li ser vê bingehê em weke Yekîtî bang li gelên Herêma Cizîrê ku erkên xweyî niştîmanî berve van biryaran yê ku dikeve berjewadiyên gîştî rabin.”
Hêjayî gotin dê ev biryar çiqasî rewşa buhayê rêxistin bike û ji êşa gelre bibe derman anjî tenê gotin ser qaxz be.”