Rojnameya Ronahî

Li Idlibê çete li dijî Rûsya û Tirkiyê derketin

Çeteyên Cebhet El-Nusra yên li Idlibê li dijî tifaqa Rûsya û Tirkiyê derketin xwepêşandanan.

Li ser bidawîbûna dema vekişandina herêma bê çek, Rûsya daxwaz ji Tirkiyê kir ku dewriyeyên xwe li herêma “Bêçek” bi cih bike.

Li gor nûçeya ANHA’yê çavkaniyekî ji Idlibê ragihandiye ku “Têkildarî tifaqê,  Rûsya ji Tirkiyê re gotiye, hûnê berpirsyartiya derketina pirsgirêkeke mezin ku li herêmê rû bide, rakin.”

Tê gotin ku, çeteyên Cebhet El-Nusra li djiî tifaqa Soçî ku 18’ê mehê pêk hatibû qebûl nekirin çekan deynin.

Li gor nûçeya ANHA’yê  di navbera Rûsya û Tirkiyê de lihevkirin pêk hat, li gorî wê Tirkiye wê çeteyên xwe ji Idlibê vekişîne. Li ser vê yekê Tirkiyê şandeyeke ji çeteyên Cebhet El-Nusra şand da ku daxwaz ji serçeteyên Huras El-Dîn bike ku çekên xwe ji “Herêma Bêçek” vekişîne, lê serçeteyan ev yek red kirin.