Rojnameya Ronahî

Şaredariyên Dêrik û Berlînê bûne dost

Endamên Komeleya Hevkariya Bajaran a Elman bi armanca xurtkirina têkiliyên her aliyan, serdana Şaredariya Gel a Dêrikê kir. Komeleyê û Şaredariya Gel a Dêrikê peyamana dostaniyê ya Şaredariya Berlînê şandibûn îmze kirin. Endamên Komelê wê du hefteyan bimînin û serdana herêmên din yên Cizîrê bikin.

Şaredariya Berlîn û Şaredariya Gelê ya Dêrikê hevpeymana dostaniyê îmze kirin.
Endamên Komeleya Hevkariya Bajaran a Elman bi armanca xurtkirina têkiliyên her aliyan, serdana Şaredariya Gel a Dêrikê kir.
Endamên komeleyê ku ji Edith Dunklitt û Hans-Hunter Klippe pêk dihat ji aliyê hevserokên Şaredariya Dêrikê Rojîn Çeto û Felemez Hemo ve hatin pêşwazîkirin.
Komeleya Hevkariya Bajarên Elmanyayê û Şaredariya Gel a Dêrikê peyamana dostaniyê ya Şaredariya Berlînê şandibûn îmze kirin.
Li gorî peymanê, têkiliyên her du aliyan di her qadan de “perwerde, ciwan, çand û huner, jin, zanist, aborî û ekolojî “ bêne xurtkirin.
Tê payîn ku, serdana komeleyê wê du hefteyan dewam bike. Endamên komeleyê wê xebatên şaredarî û saziyên Dêrikê bişopînin û serdana deverên dîrokî bike. Paşê wê serdana herêmên din ên Cîzîrê bikin…ANHA