Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê di êrîşa ku di 12’ê Cotmehê de li dijî Wargeha Koçberan a Behrayê (Îwa) pêk anî de 130 malbat di nav de 90 jin revandine. Çavdêriyê ragihand ku pirraniya nasnameyên kesên ku hatine revandin Rûsî ne û hinek jî Iraqî ne.
Li gorî nûçeya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê pirraniya kesên ji wargeha Behra ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine revandin, nasnameyên wan Rûs in.
Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê di êrîşa 12’ê Cotmehê de ya li dijî Wargeha Koçberan a Behrayê 130 malbat di nav de 90 jin revandine.
Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku çavkaniyê pêbawer ên Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê nûçeya dezgehên çapemeniyê yê Rûs ku dibêje ji kesên ji aliyê DAIŞ’ê ve ji Wargeha Behrayê hatine revandin nasnameyên Amerîkî hene derewandin.
Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê diyar kir ku li agahiyên ku çavkaniyê pê bawer dane, di wargehê de jin û zarok hene, pirraniya wan nasnameyên Rûsî an jî yên welatên Yekitiya Sovyet û hin nasnameyên Iraqê ne.
Serokê Rûsya Putin roja pêncşemê di Panêla Valdaya ya bajarê Soçî hatibû lidarxistin de got:” çeteyên DAIŞ’ê ji wargeha koçberan a nêzî Dêrazorê 700 kes revandine, kesên hatine revandin Ewropî ne, çeteyan hişyarî û daxwaz kirin ku heger van hişyariyan bi cih neyînin wê rojane 10 kesan îdam bikin û beriya du rojan 10 kes îdam kirin.”
Berdevkê Pentagonê di daxuyaniyekê de li gel ajansa VOA’yê gumanên xwe li ser van agahiyan anî ziman û got: “Tevî êrîş li ser wargehê hatiye, lê daxuyaniyên serokê Rûsya ku di raporên Ajansa Nûçeya a Tas a Rûsî de hatin dûbarekirin bawerî pê naynin.”
Kampa Behra ango kampa Îwa li herêma Hecîn beriya niha bi demekê hate avakirin.