Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Cudahiya siyasetmedar û hunermend

19/10/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Cudahiya siyasetmedar û hunermend
Share on FacebookShare on Twitter

Rotînda YETKÎNER

Huner û siyaset her çiqasî, ji hev pir cuda nebin jî,  di gelek waran de ji hev gelek dûr in. Divê em nezikatî û dûriya siyaset û hunerê tim di bîra xwe da zîndî bihêlin.

Çawa ku di siyasetê de kesên tenê ji bo berjewendiyên xwe ên kesayetê hene û ev kesana wek şovmenên şow dikin tim li pêşin, mixabin di hunerê de jî ev kesan gelek in.

Çawa ku di siyasetê de, kesên li gor hêzên serdest û desthilatan tevdigerin hene û her dayîm hevalbendên zorê ne, di hunerê de jî ev kesana gelek in û qirêjiyê pirranî ev kesana dixin nava hunerê.

Çawa ku di siyasetê de kesên mîllîtan hene û her dem li kêleka rastiyê, hevalbendên kedkaran û bo gelên bindest û kedkar kar dikin; di hunerê de jî gelek hunermend  bi  vî rengî  hunerê dihûnin hene.

Yanî dixwazim bêjim em nikarin siyaset û hunerê ji hev biqetînin an ji hev zêde cuda bibînin. Lê em nikarin huner û siyasetê jî bikin wek hev.  Raste divê taybetmediyên hunermed û siyasetmedar ne wek hev bin, lê ji hev gelek jî dur nîn in. Cûdahiya herî mezin a hunermend û siyasetmedar, divê hunermend mejî û hestên xwe, berê her tiştî ji bo rastiya hunerê bi kar bîne. Dûre li gor prensîbên siyaset a ku baweriya xwe pê aniye naveroka berhemên xwe tijî bike.

Siyasetmedar dikare derewan bike û ne li gor fikrê ku sedî sed raste tevbigere, lê hunermend nikare tiştek wisa bike, ger bike wê demê arabesk a qirêj wî-wê dorpêç dike.

Siyasetmedar dikare ji bo menfaetê siyaseta rojane, gelek pirensîbên xwe veşêre û heta demek ne li gor wan prensîbên xwe tevbigere; lê hunermend nikare ve yekê pêkbîne, ger pêkbîne ew dem berhemên dihûne ne huner e, sloganên hundir vala ye.

Siyasetmedar dikare, li gel siyasetek ku tenê di  çend xalan de dikarin bi hevre bimeşin de, hevgirtinek demî pêk bîne. Le ger hunermend tiştek wisa pêk bîne, êdî ji berhemên ew pêktîne, bêhna hunerê dertê û ew ne huner e.

Siyasetmedar dikare raste rast derewan bike ji bo berjewediyên giştî polîtîkayên bawerî pê tîne û ev kiryar di dem kurt de qezence ji bo siyasetê. Lê ger hunermend ji bo demekê derewanb bike û li gor vê derewê hunerê bihûne, ev ne hunere, ev huner kujiye.

Kurt û cewher, siyaset û huner di warê prensîban de ji hev gelek cudane, lê hunermend û siyasetmedar na. Yanî kesên ku ideoloji an jî siyasetekê bipejirîne, dikare di wê warî de hunera xwe li gor piresîbên hunerê bihûne. Ger hunermend ji bîr neke ku huner her dayîm û bê sînor ji bo xweşikbûn, gerdûn, xweza û mirovahiyê karek bêhempaye, wê demê ew ê ji prinsîbên hunerê tawîz nede. Ger hunermendek ku ji xwe re dibêje hunermend, huner ne fêmkiribe, wê bê şik bikeve xizmeta hêstên erzan û populîst.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.