Mihemed SEYDÎ
Dema em behsa Sûriyê dikin çend salên aloziyê tînin ziman. Dîsa qale çareseriyê, rêbaz û riyên dîtina wê dikin. erê raste çend salin li Sûriyê alozî heye lê qeyran û pirsgirêk ji salên dûrûdirêj û ji bingehê sîstemê tên. Gotin û gefên ku herî dawî yek ji wezîrên rêjîma Sûriyê Welîd Mielim li ser herêmên ku bi berdêla xwîna bi hezaran zarokên vê axê hatine rizgarkirin vê zihniyet û hişmendiya bi pirsgirêk û qet nehatiye guheritn piştrast dike. yê ku bala xwe bide axaftinên rayedarên rêjîmê wê bibêje li vî welatî şoreş nebûye, bi hezaran gelê Sûriyê serî li ber zilm, dizî û talanê ranekiriye. Mêjî û hişmendiya faşît a Beis hîne jî wekî xwe ye û ya ku diyar dibe wê qet neguhere. Bi hezaran kes; zarok, jin û kesên Ixtiyar hatine kuştin, Rêjîm dibêje em bi serketine. erê em jî dibînin ku rêjîm bi serketiye lê di çi de bi serketiye ew jî mijarên mirov dikare binirxîne. Ew kuştina bi hezaran welatiyên Sûriyê de bi serketine. bi firotina welat ji bo dagirkeran bi serketine. bi koçberkirina bi hezaran malbatan bi serketine û hîne jî serketin û serketinên din di xirabiyê de.Êdî navê vê hişmediyê ku hîne jî wekî dîwarekî qet naguhere Ehmaqî ye. Ji bo çareseriyê û diyalogên dîtina çareseriya ku berjiwendiyên gelê Sûriyê diparêzê bang ji aliyên bakurê sûriyê ve tên kirin ku divê Sûriya demokratîk bibe û diyaloga Sûrî-Sûrî pêşbikeve. Beriya demekê diyalog ket rojevê lê tevî ku danûstandin çêbibin jî wê çareserî nebe ger ku 2 şertên esasî bi cih neyên.
Yek ji wan şertan; dawî li dagirkeriya li ser axa sûriyê were. Yên ku gefan li Rojhilatê Firatê dixwe (Rêjîma Sûriyê) gelo dagirkeriya dewleta Tirk nabîne ku behse serketina xwe li dijî terorê dike (li gorî ew wiha pênase dikin). ketina Cerablus heta Idlibê û herî dawî jî dagirkirina Efrînê li pêş çavên rêjîmê pêk nahat ku ger ne bi erêkirina wan bû.
Ji bo wê, derxistina dagirkeriya dewleta Tirk û paqijkirina herêmên bakur-rojavayê Sûriyê ji çeteyên El-Nûsra, bermahiyên DAIŞ’ê û el-qaida şertekî esasiye ji bo çareseriyê ye.
Şertê din jî ew e şerê li dijî DAIŞ a xeteriya wê heta niha li ser herêmê heye divê pêk bê.
Daxuyaniya Sererkanê hêzên Emerîka Cozêf Donford ku dibêje heta niha derbasbûna çeteyên biyanî ji bo sûriyê û Îraqê bi armanca tevlîbûna nava DAIŞ’ê dewam dike, hevkariya dewleta Tirk û çeteyan ku heta niha didome diyar dike.. dîsa her ku şervanên QSD’ê li Bajarokê Hecîn û derdora wê derbê li çeteyan dixin, serekçete Erdoganê jî derdikeve û gefan li Rojhilatê firatê dixwe. Ji ber li rojhilatê firatê beşek ji çeteyên wî têk diçine û çavên wî tehemûl nake.
Di demeke ku hêzên Bakurê Sûriyê li herêmên Dêrazorê şerê çeteyên DAIŞ’ê dikin gefên dewleta Tirk û rêjîmê li ser hêzên li dijî DAIŞ’ê têdikoşin hemwextî hev dîsa tên. Rêjîm Sûriyê wek dewleta Dagirker a Tirk gefan li ser rojhilatê Sûriyê dixwe ku projeya guncaw ji bo hemû gelê sûriyê li wir pê tê. Ev gefên ku tên xwarin wekî derba li piştê tê dîtin ku li Hêzên dijî DAIŞ’ê şerdikin tê xistin..Gelo haya rêjîmê ji heye ku bi van helwestên xwe hizmetê ji dewleta Tirk re dike û Li pêşiiya şerê li dijî DAIŞ’ê astengiyan derdixe.
Li şûna hemû gef û tehdîdan, diyalog û proje pêwîste. Ew jî bi pêkanîan herdû sertên me li jor anîn ziman tenê pêk tê. Ji derveyî wê hemû hewldan badil hewa ne..






