Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rizîna Exlaqî

18/10/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Jana dîrokî; Bêbextî
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed ŞAHÎN

Bêdengiya civaka îslamî ya li hember kiryarên AKP’ê nîşaneya rizîbûna exlaqî ye.
Di çanda dewletê ya pênchezar salî de hemû desthilatdariyan bi qasê kirêtiya xwe çanda civaka xwe û çanda mirovahiyê qirêjî kirine û ber bi rizîbûnê ve birin.
Pergala desthilatdariya Kemalîst li ser hişmendiya Îtîhat Terakî ya nîjadperest ava bibû. Lewre li ser tunekirina hemû reng, deng û nasnameyan avakirina yek rengî, yek dengî ya bi nasnameya Tirkî esas digirt. Civakên ne Tirk ên Anatoliya û Mezopotamyayê bi qirkirin û trajediyên mezin re rûbirû man. Ji bo parastina hebûna xwe berdêlên gelek giran dan û didin.
Bê guman desthilatdariya Kemalîst bi vê hişmediya xwe ya qirker di heman demî de hilweşîn û rizîbûnên mezin li ser çanda civaka Tirk jî pêkanîn. Civaka Tirk di bêdengiya xwe de bi windekirina nirx, pîvan, rûmet û exlaqa xwe ya civakî berdêla vê siyaseta qirker dida. Çiqasî hovîtî û qirkirin pêşketin ewqasî rizîbûna exlaqî kûr bû.
Beşek civaka Tirk a îslamî her tim kiryarên hişmendiya Kemalîst a nîjadperest û qirker red dikir û hewl dida xwe ji vê rizîna exlaqî ya civakî biparêze. Beşa civakê ya îslamî hemû kiryarên hovane yên qirker bi ateîstiya Kemalîstan ve girê didan û qala xweşbîniya çanda îslamî dikirin. Li gorî wan heke di şûna hişmendiya Kemalîst de hişmendiya îslamî li ser kar bûya wê ew kiryar yek jî pêk nehatina, wê aştî, wekhevî û aramî li welat serwer bibûna.
Ji civakên Tirkiyê beşeke mezin ên mexdûrên hişmenidya Kemalîst baweriya xwe bi van hevokên îslamîyan anîn û bi dengên xwe rê li desthilatdariya AKP’ê ya “îslamî” vekirin. Hişmendiya îslamî hat ser kar lê weke ku digotin aştî, wekhevî û aramî li welat serwer nebû.
Mixabin pratîka desthilatdariya AKP’ê ya 16 salî ji pratîka desthilatdariya Kemalîst a heştê salî xerabtir bû. Li ser nirx, pîvan, rûmet û exlaka civakî hilweşîn û rizîbûnên herî mezin di serdema desthilatdariya AKP’ê de pêk hat. Beşa civaka îslamî ya ku xwe nekiribû şirîkê sucên desthilatdariyên Kemalîstan bi bêdengiya xwe bû şirîkê sûcên AKP’ê ji yên Kemalîstan girantir.
Derûdorên îslamiyên ku desthilatdariya Kemalîst bi hovitî tewanbar dikirin û hovitiyên wan bi ateîstiya wan ve girêdidan li hember kiryarên desthilatdariya AKP’ê yên ji wan girantir û hovtir bêdeng û piştgirin.
Kiryarên ku di serdema desthilatdariya AKP’ê de pêk hatin û pêk tên heke di serdema desthilatdariyên Kemalîstan de pêk bihatina gelo derûdorên îslamiyên ku niha bêdengin wê dîsa bêdeng bimana. Mînak; heke Kemalîstan îradeya gel xesp bikirina û 96 şaredarî bi destê qayiman desteser bikirina, mizgeft, goristan, û malên cem bombe bikirina, cenaze hefteyek li kolanan bihiştina, canezeyên zarokan di sarincan de bihiştina, mirov di jêr zemînan de zindî bişewitandina, bajêr û navçe wêran bikirina, civak bi qeyraneke aborî ya mezin re rûbirû bihiştina û bi serde ji xwe re balafireke 500 milyon dolarî bikirîna, hemû dewlemendiyên dewletê di bin banê şîrketekî de kom bikirina û xwe bikirina serokê şîrketê, zavayê xwe jî bikirina aligirê xwe, pergala dadmendiyê bi xweve girêbidana û di tasfiyekirina muxalîfên xwe de weke şûr bikarbianiyana, yên ne aligirên xwe hemû dijmin îlan bikirina û deriyên dewletê li wan bigirtina gelo dîsa wê civaka îslamî wekî niha bêdeng bima?
Ez bawerim wê bêdeng nemana. Wê def biavêtana milê xwe û bigotina “ev ne kiryarên misilmanan in, encax ateîstên bê dîn û bê îman dikarin van tiştan bikin”. Û pêve girêdayî wê bigotina, “Misilman bi îmanin, bi wijdanin, bi exlaqin, bi edaletin heke hişmendiya îslamî serwer bûya wê ev kiryar yek pêk nehatina”
Raste navoroka îslamiyetê bi îman, exlaq, wijdan û edaletê dagirtiye û li ser kesên misilman vana ferz dike. Yên ku di jiyana xwe de îslamiyetê esas bigrin û li gorî nirx û pîvanên îslamî bijîn gelo dikarin li hemberî van kiryaran bêdeng bimînin?
Beşa civakê ya îslamiya ku di serdema desthilatdariyên Kemalîst de karî xwe ji rizûbûna exlaqî biparêze di serdema desthilatdariya AKP’ê de nekarî xwe biparêze û ji hêla exlaqî ve mixabin têk çû.
Telafiya hemû windahiyan pêkane lê telafîya rizîna xlaqî gelek zehmete.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.