Akademiya Şehîdên Asayîşa Helebê dewreya sêyemîn a endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin bi dawî kir.
Akademiya Şehîdên Helebê, dewreya sêyemîn a bi navê Şehîd Fule ya endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin bi dawî kir. Dewre 17 rojan dewam kir û 20 endamên jin tevlê perwerdê bûn.
Merasîma bi dawîkirina perwerdê li Akademiya Şehîdên Helebê hate lidarxistin. Di merasîmê de nûnerên saziyên sivîl, şervanên YPJ û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn amade bûn.
Di merasîmê de axaftin hatin kirin. Fermandara Hêzên Ewlekariya Hundirîn Eylem Çerkes û endama Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin Heyfa Qirt Elî axivin û dawîkirina dewreyê pîroz kirin. Di axaftinan de hat destnîşan kirin ku bi hêza jin wê dawî li terorê bê.
Endama Kongra Star Hêvîn Silêman destnîşan kir ku pir girînge perwerde û taybet di merheleya ku herêm têra derbas dibe, pêk werin.
Paşê endamên dewreyê sond xwarin. Merasîm bi pêşkêşkirina stranan ji aliyê koma stranan a Cemîl Horo bi dawî bû…ANHA






