Qasim ENGÎN
Dema Che Guevara tê gotin bê guman di serî de hêviya pir bilind a ku di têkoşîna dij emperyalîzmê û dagirkerî de teqez serbikeve tê bîra mirovan.
Dema ku Che tê gotin, bê guman di têkoşîna azadiyê de vîna wek pola tê bîra mirovan.
Dema ku Che tê gotin, hêvî û baweriya di asta jor de ya ji bo gerîla pêwîste em ji bîr nekin.
Dema ku Che tê gotin, ji nûve avakirina welatên hatine talan û vêran kirin jî tê bîra mirovan.
Che di 9’ê Cotmeha 1967 bi hovîtiyeka mezin hatibû qetilkirin. Yên ku ew qetilkirin him ji evîna wî ya bi azadiyê, him ji vîna wî ya bi pola, him bawerî û wêrektiya wî ya bi stratejîya gerîla û him jî ji bawerî û israra wî ji bo avakirina welatekî nû ya li ser esasê jiyanenek azad û hevpar ditirsîn.
Ew Che Guevara’yê ku Rêber Apo jê re dibêje; “Nêzî jiyan û feraseta mirovê nû yê ku tam jî em dixwazin. Dibe ku aliyên wî yê ji me pêşdetir jî hebin. Lê bi wî re yên ku dibin yek û digêhêjin hev pir berbiçavin” Ew Che’ye.
Dema ku em Che bi bîr tînin bêguman serî de baweriya wî -şert û merc çi dibin bila bibin,- ya serkeftinê pêwîste em jî di xweda bidin çandin. Û ti hêz û ti hêncet divê ji bo me nebin asteng.
Bêguman yek jî dema ku em Che bîr bînin pêwîstî heye ku em vîna wî ya bi pola di xweda, di gelê xwe û gelên herêmê de bidin çandin. Pêwîste ku em îrade ya xwe bigêhêjin lûtkeya herî jor.
Erê dema ku Che tê gotin yek jî baweriya me ya bê hempa derbarê rê û rêbaza bi gerîla re ye. Em bizanin ku di cîhana me de li hember rê û rêbaza gerîla ti hêzên kolonyalîst û dagirker çare nedîtin e.
Herî giring jî me got ku dema Che tê gotin ji nûve avakirina welatekî tê bîra me. Û niha jî di Bakûr û Rojhilatê Sûriyê de erka herî esasî avakirin û damezirandina Rojava û Bakûrê Rojhilatê Sûriyê ye.
Em dizanin ku dema Şoreşa Kûba pêk hat, Che di demên cuda de; bû wezîrê darayî, bû wezîrê sanayî, bû wezîrê karên hundir û bi wezîrê bankayan.
Lê em disa dizanin ku her çendî Che wezîr jî bû, her rojekê di cihêkê de; an li ser traktorekê cot dikir, an li înşatekê de dûwar lê dikir, an di zeviyekê de pincar kom dikir, an di dibistanêkê de ders dida zarokan, an jî di nav gelê Kûba de teqez karekê fîzîkî ango kedê îcra dikir.
Bêyî ku em dirêj bikin; dem tam jî dema ku em wek Che Guevara zend û bendan badin û bikevin nav karê avakirinê. Him jî bi rêbaza Che Guevara.






