Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gelo Minbic çiyê Tirkiyê ye?

16/10/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Bakurê Sûriyê  neçare demokrasiya xwe kûr bike
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî BEDRAN

“Dadgeha Tirk a Serbixwe” keşeyê Emerîkî Bronson serbest berda. Dadgehên di bin fermana Erdogan de encex dikarin ewqas serbixwe bin. Şefên dîktator û faşîst bê ka çiqas derewînên sivik in êdî ji aliyê zanîsta siyasetê de ji derveyî mijarên nîqaşan hatine hiştin. Dadgeh ewqas serbixwe ne, li kuderê muxalifek hebe dibîne û dide girtin û cezayên bê hed û bê pîvan li wan dibirrin. Edalet, wijdan û hiqûq avêtine aliyekî, rola şûrekî tûj ya di bin fermana desthilatê de dilizîn.
Keşe ji ber sedema ku alîkariya PKK’ê û Fetullahiyan kiriye û ji bo wan xebitiye hatibû sûcdar kirin. A rast rehîn hatibû girtin û xistibûn mijara bazareke qirêj û şantajê. Rewşeke ku nediket hişê mirov li holê bû. PKK û Fetullah çawa dikaribûn bihatana cem hev ? Lê fatûrayeke keşe ji bo Tirkiyê çêbû. Her çendî Erdogan hinek tişt ji rêveberiya DYE girtibe jî ji aliyê ekonomî û siyasî de fatûrayeke cidî da. Nîşanî hemû dunyayê hat dayîn ku sînorekî qîrkirinê heye. Erdogan niha êrîşî Kurdan dike. Lewra Kurd gelekî ku li dunyayê bê tifaqe. Heta niha bi peymanên qirêj û tarî ku bi dewletan re kirin herdem derbe li Kurdan xist. Polîtîkayên xwe yên nijadperest û qirker pêk anî. Ji ber ku Kurd gelekî bi rêxistin nebûn hêza wan ya hesab xwestinê jî nebû. Kuştinê weke fêrbûnekê û mafekî ku bi destxistine qebûl dikin. Rêveberên Tirk ji Kurdan netirsîn û şerm nekirin. Tenê rêya ku dizanibûn hêz û şîdet bû. Niha vê yekê li Sûriyê bê perwa bikartînin. Erdogan qaşo li Îdlibê fikarên mirovî dike. Dibêje, “bila şer nebe wê sivîl zerarê bibînin.” Ji bo ku operasyona li ser Îdlibê rawestînin li pêşiya Pûtîn teqleyên ku neavêtin nema. Dibêjin, êrîşî Îdlibê nekin, lê ew bi xwe ji bo ku êrîşî rojhilatê Firatê bike hemû rêyan diceribîne. Eşkereye ku derdê Erdogan aşitî nîne. Erdogan li pey tunekirina Kurdan e. Li Sûriyê Kurdên ku xwe ji komkujî û înkarê rizgarkirin li gel civaka Ereb rêveberiyeke demokratîk ava kirin. Li Bakurê Sûriyê aşitî û ewlehî serwer e. Hemû civak bi ziman û nasnameyên xwe bi hevre dijîn.

Nijadperestên Tirk naxwazin li cîhanê cihekî bidin Kurdan. Erdogan ewqas kîndar û nijadpereste, li şûna serokdewletan weke qubede û tolazên kolanan tevdigere. Gelên Minbicê li dijî DAIŞ’ê şer kirin û bajarê xwe rizgar kirin. Li hember êrîşan xendek kolan. Kesên herî nezan jî dizanin ku ev xendek li hember êrîşên bejahî ne. Lê Erdogan weke ku sûcekî nû tespît kiriye xwe parastina gel weke hêncetekê nîşan dide û dixwaze êrîş bike. Dibêje, “ew xendekên ku wan kolandiye wê bibe gora wan, em ê wan di xendekan de veşêrin.” Fêrbûne ku xwînê birijînin û mirovan bikujin.

Ya ku cesaretê dide Erdogan bêdengiya cîhanê ye. Bi taybet rewşa Rûsyayê ya niha vê cesaretê dide Erdogan. Rûsya li hember DYA serî li rêbazên şerê sar yên sivik dide. Ji bo ku tawîzan ji Tirkan bigire Kurdan bikartîne û wan feda dike. Efrîn ji bo Rûsan pratîkeke şermê ye. Ger Efrîn rizgar bibe jî wê pirtûkên dîrokê herdem binivisînin ku Rûsya buye hevparê paqijiya etnîkî, koçberî û talana li Efrînê. Kurd ew ê vî sûcê mirovahiyê ti carî ji bîr nekin.
Gelo Tirkiye dibe çiyê Minbicê? Çima ewqas bi Minbicê re eleqeder dibe. Dema ew der di destên DAIŞ’ê de bûn kesekî nedît ku Tirkiye jê ne rihet buye. Niha Minbicî xwe bi rêve dibin. Ewlekariya xwe ava dikin. Gel ji rewşa xwe gazincan nake. Dewleta Tirk ji Minbicê çi dixwaze? Derdê Tirkan ew e ku zextê li DYA’yê bikin û tawîzan jê bistînin. Ger tişta ji bo Minbicê dixwazin bi dest bixin wê van şertan ji bo Kobanê, Qamişlo û herêmên din jî ferz bikin. Dîsa Kurd dibin hedef. Sedema ewqas êrîşên çavsorane û hevkariya wan bi çeteyan re Kurd in. Dixwazin rêyekê bibînin û Kurdan beralî bikin.
Tirkiye niha li erdên sê dewletan bi awayekî fiîlî êrîşî Kurdan dike. Em dikarin erdê Îranê lê zêde bikin. Lewma Îranê jî teşwîq dike ji bo ku êrîşî Kurdan bike. Tirkiye di nava sînorê xwe, li Iraq û Sûriyê bi fiîlî şer dike. Diperpite ji bo ku qada şerê xwe fireh bike.
Esad Oktay ê êşkencekar dema ku ji Kemal pîr re got, “Kemal ez êdî bi masiyên mezin re mijûl dibim” Kemal Pîr jî bersiva “dasîyên masiyên mezin jî mezin in” dabû. Yên ku di zîndana Amedê de nikaribûn Kurdan bin ax bikin ma ew ê niha bikaribin? Bila Erdogan û çeteyên xwe zêde ji faşîzm û lîstikên xwe yên siyasî bawer nekin. Ew ê jî fêr bibin bê Kurd çiqas yeman in. Yên berê wan çawa çûn ew ê jî bidin ser rêya wan.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.