Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bajarê Reqqa bi yekîtiya Ereb û Kurdan hat azad kirin

16/10/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Bakurê Sûriyê  neçare demokrasiya xwe kûr bike
Share on FacebookShare on Twitter

Avesta AMARGÎ

Hinek dem û bûyer di dîroka mirovayiyê de hene, pêwîste mirov her tim, bi bîr bixîne. Bi bîrxistin, bîra civakî zindî dike. Em dikevin salvegera 1. ya rizgarkirina Bajarê Reqqayê. Bajarê Reqqayê, yek ji bajarê mezintirîn yê Sûriyê ye. Bajarê Reqqayê, ji bo xaka Sûriyê, di aliyê erdnigarî, çandî, civakî, siyasî û Cixrafîk de xwedî girîngiyeke mezine. Bajarekî kevnare û şahidiya gelek şaristaniyan kiriye. Em bîra xwe ya beriya saleke nû bikin û rê ûrêsma vê bajarî carekî din zindî bikin. Li ser vê bajarî gelek tişt hatin nivîsandin. Di vê bajarî de her kêliyê, jiyan hate kuştin. Çeteyên DAIŞ’ê Reqqa, ji bo xwe paytext îlan kiribûn. Ev bajar heya berî salekê weke bajarê kuştina mirovan û firotina jinan di hişê mirov de hatibû rûnişkandin. Çeteyên DAIŞ’ê li vê bajarî, di şexsê jinan de mirovayî dîl girtibû. Metirsiyeke wisa li seranserî cîhanê dabûn avakirin kesî bawer nedikir wê ev bajarê mezin ji destê DAIŞ’ê werê rizgarkirin.
Em di dîrokê de jî dibînin hêzên desthiladar ji bo dagirkeriya xwe serwer bikin her tim cihên stratejik kirine armanca êrîşên xwe. Hêzên serdest careke din bi vê hişmendiyê êrîşî nirxên mirovayî yê kirin. Di vê sedsalê de, tişta ku çeteyên DAIŞ’ê bi mirovayiyê da jiyan kirin, wê qet neyê ji bîrkirin. Çeteyên DAIŞ’ê hovîtiyên herî mezin di serî de li bajarê Reqqayê û li gelek bajar û qadên din kirin. Bajarê Reqqayê, bihûst bi bihûst bû cihê mirina însanan. Ev bajar ji bo çeteyan, wekî bajarê hebûn û tinebûnê bû. Berî salekê ev bajar weke bajarê qetilkirina jinan derbasî rûpelên dîrokê bû. Di vê bajarî de çeteyên DAIŞ’ê yên hov bi rêbazên herî kirêt jin qetil kirin. Ev bajar bûbû bajarê mirinê. Jiyan, di nava çerşeva reş de hatibû pêçandin. Paşeroja mirovayîyê li vê bajarî di şexsê jinê de hatibû dorpêç kirin. Reqqa, ji bo jinan bûbû goristan. Em karin bêjin bajarê Reqqayê, ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hate lenetkirin. Li hemberî vê hovîtiya mezin ya çeteyên DAIŞ’ê mirovên xwedî bawerî û xwedî dilekî wêrek pêwîst bûn. Du hêmanên serekê yên ku hêşt bajarê Reqqayê werê rizgarkirin hene, çine ev hêman? Hêmana yekemîn îtîfaqa Kurd û Ereban bû, hêmana duyemîn jî rista şervanên jinên ya di pêngava rizgarkirina Reqqayê de bû. Şervanên YPJ’ê û YPG bi pratîkên şerê meşandî re ji hemû cîhanê re dan îspat kirin ku ew mirovên xwedî baweriyên mezinin. Bi Sedan şervanan cihê xwe di Pêngava rizgarkirina Reqqayê de girtin. Şervanên Kurd û Ereb pişta xwe dan hev û di heman çeperan de şerê çeteyên DAIŞ’ê kirin. Tişta ku hêşt Kurd û Ereb pişta xwe bidin hev û li hemberî çeteyan şer bikin baweriya wan bû. Tişta li Reqqayê bi serket biratiya gelê Kurd û Ereb bû. Rizgarkirina Reqqa, bi qasî di aliyê leşkerî de serkeftineke ewqasî jî di aliyê siyasî, civakî û çandî de serkeftine ji bo gelê Kurd û Ereb. Xwîna Kurdan û Ereban netenê li Reqqayê hate rijandin, li Minbic, Tepqa û îro jî li Dêre Zorê tê rijandin. Çawa di dîrokê de hevgirtina gelan her tim dagirkerî bi bin xistiye wê îro jî ev hevgirtin bi tekoşîna hevpar mayînde bibe û wê dagirkerî bi bin bikeve.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.