Hozan Seyîdxan
Li gorî nêrînên hin pisporên amûra kemançê raburduya bikaranîna kemençê digihejênin serdema Zerdeşt. Heman çavkanî îdîa dikin ku amura kemençê amurek resen ya kurdane. Di encama sedan salên dur û dirêj awa yê (siklê)kemençê hatibe guhertin jî hîna li hin herêmên welatê me hunera kemençê tê bikaranîn.
Kemençe amureke ku ji sê têlan tê bikaranîn. Kevana wê (şivik) jî ji muyên duvê hespane. Bikaranîna têlan jî yek têl ji bo dem tê bikaranîn yê din jî ji bo newayan bikartînin.
Vê amura resen kemençe xemila zêw, şahî, dawet, şevbêrk û civatên odeyan bû. Li ber hunandina sîmê wê yên zîz govend, dîlan dihate gerandin. kilam ango stranên sewdayê, evînê, stranên lehengtiyê dihatin gotin. Civatê ji cîrokên mîteolojîk, buyerên dîrokî bi deng û muzîka kemencê, kemençevan agahdar dibûn.
Yên ku vê amura resen li welatê me bikar dianîn bi tilîyan dihatin hejmartin. Bi giştî çend êl û çend malbat bûn.
Hunera kemençê li herêma Torê , Bohtan ta bi Sêrtê, li rojava li herêma Cizîrê, li başur jî li Behdînanê dihate bikaranîn. Li rojhilat hunera kemançê di astek dinê de ye û baş tê bikaranîn.
Ji van malbat û êlên kemençe bikar dianîn, Mala Allê, mala Nazê, mala Sivuk ev êl li gelek herêmên welat wek malbat belav bûne. Ji wanre dom tê gotin. Bi eslê xwe ne kurdin. Ji bajarê Qara î hatine. Mala kinê, mala Aliyê silto, mala Mihemed Eliyê Demuşê, ev malbatên ku hunera kemençê bikar anîne bi eslê xwe kurd bûne.
Ev malbatan ji destpêka rusipiyên wan ta rojame bi rêya nifşan hunera kemençê bikartînin.
Civaka kurd bi rêya hunera kemençê şen û şaa kirine. Taama stran û muzîkê derbasî malan kirine. Em ji hemû buyerên ku hatine qewmandin agahdar kirine.
Bi pêşketina çanda industiriyalizmêre hunera kemençê jî nasîbê xwe ji wê girt. Guhertin û veguherînên di hundirê hunerê û bikaranîna amurên hunerî rê li ber bikaranîna hunera kemençe qelskir. Heta li gelek deveran bikaranîna kemençê ji rêzê nedihat dîtin. Ev û gelek rewşêndin bûn sedema ku hunera kemençê winda bibe.
Êdî di şuna kemençê de li şahî û dawetan de kîbort tê bikaranîn. Di nav hunera stranbêjî û muzîka nûjen ya kurdan de cî ji hunera kemençêre tune.Tu kes serê xwe di ber bikaranîna vê amurêde naêşîne. Her diçe kemençe û dengê kemençevanan ji nav civaka kurd radibe û tune dibe.
Ew kemençe ya ku dil û hestên milyonan însan şaa dikir û radikir govend, dîlan û semayan di nav pençên nezanan, xeşîman de tenê wek amurekî dirav bidest xistin tê bikaranîn.
Di serîde muzîkjenên kurd û giştî hunermend xwedîtiyê li hunera kemençê bikin. Cih di nav kar û xebatên hunerî de ji kemençêre veqetînin.
Bi rêya perwerdekirina nifşan dikarin dilê Miradê Kinê, Evdilê Şêxmûsê Silto û Şêxmûsê Demuşê şad bikin.
Ev amûra otantîk ya sedê salan wiha wekî kelepîr li erdê nayê hiştin. Pêwiste hemû feresatên neyinî yê piçuk dîtina hunera kemençê ji holê bêne rakirin. Li dij wan nêrînên çewt û ne di rê de tekoşîn bê kirin. Çilo saz-tambûr, mey, ney, def, zurne û wisa jî kemence amurek kurdan ya resene bi nirxe. Pêşxistina wê, baş bikaranîna wê erkek ji ya muzîkjenên kurde.






