Rojnameya Ronahî

Cotkaran dest bi berhevkirina zebeş û kunciyan kir

Welatiyên Kobanê û Girê Spî dest bi berhevkirina kuncî û zebeşan kirin.
Li gundên kantona Kobanê cotkaran dest bi berhevkirina kuncî, nok, nîsk, gilgil(garis), şînahî û zebeş kirin.
Çandin de destpêka meha Tîrmehê de despê dike. Li gundên Kobanê cotkar pirranî kunciyan diçînin. Desteya Çandiniyê ya Kobanê ji bo cotkarên gundan bû alîkar.
Pirranî li gundê Borêz zebeş tên çandin. Cotkarê bi navê Adil Hemo bal kişand ser barana îsal a ku ziyaneke mezin li çandiniyê kir û diyar ku wan ji nû ve zebeş çandin. Li kantona Girê Spî jî destpêka Cotmehê zebeşan tên berhevkirin. Cotkarê bi navê Ehmed Muslim ê ji gundê El-Yabîse diyar kir ku îsal hilberîna zebeşan ji hilberîna pembê, genim û ceh baştir e…ANHAؤ