Rojnameya Ronahî

Welatiyan xwestin pirsgirêkên wan çareser bibe

TEV-DEM û Şaredariya Gel bi welatiyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê re rewşa xizmetguzarî nîqaş kirin û giliyên wan guhdar kirin.Tevgera Civka Demokratîk û Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûd a Helebê, bi armanca gotûbêjkirin rewşa xizmetguzarî li taxê civînek li dar xist. Bi dehan welatî di civînê de amade bûn.
Welatiyan rewşa xizmetguzariyê, nêrîn û giliyên xwe anîn ziman. Pirraniya giliyên wan li ser kombûna bermahiyên şer li taxê, xirabûna rêyan, her wiha dereng pêxistina jeneratoran bû. Welatiyan daxwazin kirin ku beriya zivistî ev pirsgirêk werin çareserkirin…ANHA