Rojnameya Ronahî

Komîteya çandiniyê alîkariyê dide cotkaran

Komîteya Çandiniyê ya Dêrazorê bi buhayekî erzan dest bi belavkirina tovê genim li cotkarên gundewarên Dêrazorê kir.
Gundewarên Dêrazorê ji ber ku li ber çemê Firatê ne, bi axa xwe gelekî dewlemend e û ji gelek çandiniyan re jî guncaw e.
Komîteya çandiniyê ji bo pêşxistina beşa çandiniyê û alîkariya bi cotkaran re gelek kooperatîfên çandiniyê ava kirin û alîkariya wan kir.
Sala derbasbuyî gelek ziyanên mezin li genim û pembû bû. Bi armanca alîkariya bi cotkaran re Komîteya Çandiniyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê 500 ton tovê genim ê paqijkirî û bêjingkirî bi buhayekî erzan li cotkaran belav dike. Kîloya tovê genim bi 160 lîreyên Sûriyê tê firotin.
Girêdayî mijarê hevseroka Komîteya Çandiniyê Şêrîn Mesûd diyar kir Meclisa Sûriya Demokratîk 500 ton tovê çandiniyê radestî wan kiriye û ji bo pêşxistin çandiniyê li herêmê ew ê vê jî li cotkaran belav bikin û bi hemû hêz û derfetên xwe alîkariya cotkaran bikin…ANHA