Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Trump û Erdogan li hev nakin

15/10/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Camiya Emewî nebû, ya Kolnê heye
Share on FacebookShare on Twitter

Burhan ERDEM

Di navbera Tirkiye û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de pirsgirêka herê dihate naskirin çareser bû. Dadgeha Tirk Keşe Brunson berda. Pê re, di çapemeniyê de, têgihîna lihevkirina li ser Sûrî ya bi Amerîkiyan re hate belavkirin. Çend munewerên me, bi tweetên xwe dan dû vê bîrbirina çapemeniya AKPê. Vana şîretan li me dikin ; baweriya xwe bi Amerîkiyan neynin ! -Me carekê bi ya wan kiribû û baweriya xwe bi Rûsan anîbû.- Bi destê vana li ser medyayê hewayeke wisa hate afirandin ku, weke hertiştê me hebûye û ev hertiştê me ji dest diçe. Kurdê ji ber têkçûna li Efrînê birîndar jî, helbestên xwe yên li ser îxanetê, her dubare dike.
Lê eger mirov hinekî li pêvajoyê binêre, dibîne ku şikesta li têkeliyên Washington û Enqereyê bi berdana Keşe Brunson nacebire. Hebûna destkefteke Kurdan a li Rojava ne encam û ne sedema vê şikestinê ye. Ev yek ji axaftinên Trump û Erdogan ên piştî berdana Brunson eşkere dibe. Erdogan got : Dadgeha `serbixwe` ya Tirk biryara berdana papaz daye. Serokkomarê Tirk pesnên hiqûq û adaleta li welatê xwe da. Li aliyê din, serok Trump got ew sipasî Erdogan dike, lê bila were zanên ku wan li hemberî şantaj û tehdêtan rawestiyane û wan tu bertîl nedane Tirkiyeyê.
Li aliyekî dadgeha `azad` a Erdogan, li aliyê din gotinên, keşeyê rehîne, fîdye, şantaj û tehdît yên Trump. Ev gotin şikestina têkeliyê tarîf dikin. Rayedarên Amerîkî, bi berdana Keşe tatmîn nabin. Hînê gelek mirovên wan li zindanên Tirkiyeyê dîl girtîne. Sûcdariyên li hemberî wan jî, bi endambûna tevgera gulen ve girêdayî, ji ajantiyê heta pîkanîna darbeyê, pirreng in. Li cem Amerîkiyan jî, ji doza Zarrab, heta hebûna Gulen bi xwe, gelek kart hene ku dikare Tirkiyeyê gelekî pê biêşîne. Lihevkirina li ser berdana Keşe Brunson, di van dozan de ye û tu girêdana xwe bi kurdan re tune ye.
Tirkiyeya Erdogan a Kurd kirine dijminên sereke yên li nava xwe, gelekî dûrî berjewendiyên DYAyê disekine. Ji vî alî ve mirov divê baweriya xwe bi Amerîkiyan bîne ku heta Erdogan li ser hikum be, ewê li gorî menfeata xwe Kurdan biparêze. Antî-Amerîkanîzm mefûmeke ku dixwazin bi gotina baweriya xwe bi amerîkiyan neynin, bixin nava civaka me. Lê ew leşkerê Amerîkî, yê tevî şervanê Kurd li hemberî Daişê şer dike û bi ser dikeve, rûmeta welatê xwe ye. Divê mirov bi hurmet nêzîk bibe. Li dewsa Amerîkiyan, divê mirov antî-Îran û antî-Rûsyayê be. Lewra cara pêşiyê Îranê li zîrveya li paytexta xwe de, ji devê Serokomarê xwe paqijkirina rojhilatê Çemê Firatê kiribû. Piştî wê jî Rûsyayê. Di van rajan de jî, ev welat radibin Amerîkiyên li Rojhilatê Firatê şehîd dane bi derxistina krîzê sûcdar dikin. Sûcê Amerîkiyan jî hewldana pêkanîna rêveberiyeke kurd e.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.