Rojnameya Ronahî

Şaredarî pirsgirêka avê çareser dike

Li ser gazincên pirsgirêka avê ya welatiyên Taxa Şehîd Sadiq Şaredariya Gel a bajarê Girê Spî li taxê dest bi danîna toreyên avê kir.
welatiyên Taxa Şehîd Sadiq ev 8 sal e ji ber tunebûna avê û toreyên avê li taxa wan zehmetiyan dikişînin. Taxa Şehîd Sadiq tekane taxa Girê Spî ye ku toreyên avê lê tune ne. Şêniyên wê jî neçar man ku bîran ji xwe re bikolin. Di demên dawîn de jî ava vexwarinê û ya kanalîzasyonê tevlihev bûye û ev pirsgirêk mezin bûye.
Şaredariya Gel dest bi danîna toreyên avê li taxê kir.
Welatiya bi navê Kelîma Bozan spasiya Şaredariya Gel kir û diyar kir ew bi hêvî ye rêyên wan jî bên qîr kirin.
Hevserokê Komîteya Avê ya girêdayî Şaredariya Gel a Kantona Girê Spî Mesûd Mihemed diyar kir ku 10`ê Mijdarê de wê av li taxê were belavkirin…ANHA