Rojnameya Ronahî

Rêyên xirabe çûn û hatinê zehmet dike

Welatiyên gundên Aliyan ên girêdayî navçeya Girkê Legê ji ber xirabûna rêyan gazincan dikin. welatî ji bo ku di rêyên xirabûyî re derbas nebin rêyeke axê ji xwe re vekirin. Şaredarî jî hewl dide pirsgirêkê beriya zivistanê çareser bike.
Rêyên gundên aliyan yên Girkê Legê ji ber baranê ziyan dîtine û xirabûne. Ji ber vê yekê welatî nikarin wan rêyan bikar bînin. Çal û kortên ku di rê de çêbûne ziyanê didin wesayîtan û dibin sedema qezayan.
Bi hatina zivistanê re welatî dixwazin ev pirsgirêk bê çareser kirin. Welatiyên ji gundên Kehnî Girek, Gorteban û Sermisax desnîşan kirin ku ajokarên teksiyan ji ber nebaşiya rê, kiriyên buha ji wan dixwazin. Di vê demê de Şaredariya Gel a gundê Mistefawiyê beriya zivistanê dest bi sererastkirina wan rêyan dike. Lê welatî bi hewldanên şaredariyê ne razî ne.
ŞAREDARÎ HEWL DIDE RÊYAN SERERAST BIKE
Di meha borî de Şaredariya Gel a navçeya Girkê Legê û Şaredariya Gel a gundê Mistefawiyê beriya zivistanê weke çareseriyeke demkî rê sererast kirin.
Rêveberê Şaredariya Gel a Mistefawiyê destnîşan kir ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê projeyek amade kirine û ew li benda erêkirina Desteya Şaredarêyan a Herêma Cizîrê ne da ku dest bi projeyê bikin…ANHA