Rojnameya Ronahî

Cenazeyê Mele Nûrî ber bi Qendîlê hat oxirkirin

Li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo Şehîdê Tevgera Azadiya Kurdistanê Mele Nûrî merasîma bîranînê hate  lidarxistin û ber bi Qendîlê hat bi oxirkirin.

Berîya ku Merasîm destpêbike, gelê wargehê ji mizgefta wargehê cenaze girtin li ser milan heta cihê Merasîmê anîn. Sicîla şehîd Mele Nûrî ji aliyê endama Saziyên Malbatên Şehîdan Dilşîn Kara ve hat xwendin.

Li ser navê Saziya Malbatên Şêhîdan a Mexmûrê  sersaxî ji malbata Şehîd Mele Nûrî û gelê Kurd re hat xwestin. Piştî ku li ser têkoşîn û kesayeta Mele Nûrî axaftin hatin kirin cenazeyê wî ber bi Qendîlê ve hat şandin.