Rojnameya Ronahî

Cotkarên Girê Spî îsal bi fikar in

Piştî ku îsal ziyaneke mezin li pembû bû cotkarên Girê Spî ji ber rewşa debara xwe bi fikar in.
Jêdera debara jiyana welatiyên Girê Spî yek jî çandinî ye. Tevî ku ev çend sale ji ber aloziya li Sûriy çandiniya herêmê li paş maye jî lê kêm be jî welatî xebatên çandiniyê didomînin.
Ji ber têkçûna pembû îsal ziyaneke mezin li cotkaran buye.
Bi destpêkirina amadekariyên çandina demsala zivistanê re, hejmarek cotkar ji bo ku genim û ceh biçînin neçar man pere deyn bikin.
Têkildarî mijarê cotkarê bi navê Mistefa El-Şihazê yê ji bajarokê El-Hîşê got: “Ji bo ku em ziyanên xwe derbas bikin û lêçûnên xwe bi cih bînin, divê em pereyan deyn bikin.”
Cotkarê bi navê Hemûd El-Egle got: “Ji ber têkoçûna bempû em deyndar mane lewra jî neçar dimînin erdên xwe bifroşin.”
Cotkaran bang li komîteya Çandiniyê ya herêmê kir ku ji bo demsala çandiniya zivistanê alîkariya cotkaran bikin, semad û tov bi deyn ji cotkaran re peyde bikin.
Girêdayî mijarê endamê Komîteya Çandiniyê yê bajarokê El-Hîşê Ebdullwehab El-Diyab got: “Zeviyên bajarokê El-Hişê bi ava çemê El-Belîx bi rêya motoran tên avadan. Ji bo alîkariya cotkaran komîteyê mazot belav kir. Lê dîsa jî ev yek têrê nake.”…ANHA