Rojnameya Ronahî

Em ê ji bo xweseriya Şengalê têkoşîna xwe bidomînin

Dewreya Şehîd Herêm ya di bin banê Akademiya Leşkerî ya Şehîd Berxwedan de destpê kiribû, bi merasîmeke bi heybet bi dawî bû. Şervanên YBŞ’ê û YJŞ’ê diyar kirin ku ewê ji bo avakirina Şengaleke xweser têbikoşin.
Dewreya perwerdeyê ya Şehîd Herêm ya di bin banê Akademiya Şehîd Berxwedan de 1’ê Tebaxê bi beşdariya 32 şervanên YBŞ’ê destpê kiribû, li goristana şehîdan a Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a Şengalê bi merasîmekî leşkerî bi dawî bû.Di merasîmê de Şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ku beşdarî perwerdeyê bibûn sonda xwe ya ji bo parastina Şengalê û gelê Êzidî nû kirin û bawernameyên xwe girtin.
Di merasîmê de fermandara YJŞ’ê Axîn Întîqam axivî û sonda parastina gelê Şengalê nû kir û şervanan jî piştî merasîmê di nava şehîdgehê de geriyan û serdana goristanê kirin.
Şervanên ku beşdarî dewreya perwerdeyê bûne têkildarî girîngiya perwerdeyê axivîn.
Manî Şengal li ser armanca xwe beşdariya perwerdê wiha got : “Armanca min a ji beşdarbûna dewreyê re ewe ku ez xwe li ser esasê fikrên Rêber Apo perwerde bikim, ku bikarim pêşengiyeke rast ji civaka xwe re bikim. Ji bo em dûbare fermanan nebînin û nehêlin ku gelê me rûberû were, divê em civakê perwerde û hişyar bikin. Bi vî awayî wê ti kes nekare welatê me dagir bike. Em ê hemû êrîşên dijmin têk bibin.”
Mansûr Apocî jî diyar kir ku dewre bi serkeftî bi dawî bû wiha got, “Ev perwerde enerjî û hêzek mezin dide civaka Êzidî. Em weke şervanên YBŞ û YJŞ’ê, ji bo Şengala xweser ava bibe girîngî didin xebatên xwe perwerdekirinê. Heya em bigihijin armanca xwe em ê giranî bidin xebatên perwerdê.”
Xemgîn Zûqa jî wiha got: “Em dixwazin bi xwe perwerdekirinê tola tevahî şehîdan û Mam Zekî rakin. Em dixwazin civaka xwe li ser esasê fikir û felsefeya Rêber Apo ji nûve ava bikin.”…
ROJNEWS