Rojnameya Ronahî

Wê Efrîn bi berxwedanê rizgar bibe

Di civînên li Şehbayê û navçeya Şêrawa ya Efrînê hatin lidarxistin de hat gotin ku tenê rêya rizgarkirina Efrînê berdewam kirina berxwedanê ye.
Meclisa Kantona Efrînê bi armanca nirxandina rewşa dawî li gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê û navçeya Ehdasê civîn li dar xistin. Bi sedan welatiyên Efrînê beşdarî civînê bûn.
Rêveberên Meclisa Kantona Efrînê Xelîl Efrîn û Leyla Heftaro di civînê de rewşa siyasî nirxandin. Di civînê rewşa dawî li Sûriyê, kiryarên dewleta Tirk a dagirker yên li Efrînê hatin nîqaş kirin.
Di civînê de komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û hate diyarkirin ku komploger bi komplo û tecrîdê hewl didin têkoşîna azadiya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn asten bikin.
Di civînê de banga mezinkirina têkoşînê hat kirin û hate gotin rizgarkirina Efrînê tenê bi rêxistinkirin û dewam kirina berxwedanê pêkan e…ANHA